Kal û pismamên Bariş Çakan: Ji ber muzîka kurdî hat kuştin 2020-06-01 17:38:42 EQNERE – Kalê Bariş Çakan Velî Çokyaman û 2 pismamên wî, diyar kirin ku Çakan ji ber “muzîka kurdî” hatiye kuştin. Çokyaman, da zanîn ku keça wî agahî kuştina nebiye wî dayê û hevalê Çakan B.A. jî agahiya ji ber “muzîka kurdî” ji malabtê re ragihandiye.  Duh êvarê, li taxa Alsancak a navçeya Etîmesgûtê ya Enqereyê, ciwanê bi navê Bariş Çakan (20) ji dilê xwe hat kêrkirin û kuştin. Çavkaniyên me nûçeyê saet di derdora 22.45’an de xwe gihandin ajansa me û ragihandin ku Çakan ji ber ku muzîka kurdî guhdar kiriye, hatiye kuştin.   Pişt re me xwe gihand malbata Çakan û partiyên siyasî û komeleyên ku malbata Çakan bi wan re têkildare. Ji ferdên malbatê me xwe gihand pismamê Çakan Dogan Çakan û Çakan agahiya ku pismamê wî ji ber ku muzîka kurdî guhdar kiriye hatiye kuştin, bi me re parve kir. Dogan Çakan, diyar kir ku malbata wî vê agahiyê daye û ev tişt got: “Berê jî ji ber ku me muzîka kurdî guhdar kiribû, êrîşî me kiribûn.   Çakan, di hevdîtina me duh de ev agahî dabûn: “Ne şaş bin ji ber pirsgirêkeke muzîkê ye. Vana muzîk vekirine. Van faşîstan, dibêjin, ‘Hûn kurdî guhdar dikin, we deng gelek bilind kiriye’ û şerê rehmetî dikin. Çawa ku şer dest pê dike hevalê rehmetî direve.”   NÛÇE RAST E    Piştî ku nûçe belav bû û li ser medya civakî bû rojev Çakan, li ser hesabê xwe yê medya civakî ev tişt parve kir: “Kesên ku dibêjin derewe hene, lê nûçe rast e û xizmê min ê nêz e. Kesên ku dibêjin endamê rexistinê hene. Li înşaatê emetiyê dike, xesar nedaye kulmiriyê jî.”   Lê pişt re Çakan, parvekirinên ku spasiya emniyetê kir û ji walitiyê daxuyanî xwest kir.   HESAB HAT GIRTIN   Pişt re Çakan, daxuyaniya Walîtiya Enqereyê ya “ji nîqaşa azanê hatiye kuştin” parve kir û di nav rojê de hesabê xwe yê twîtterê girt. Dogan Çakan, diyar kir ku hesabê twîtterê ne yê wî ye û ji hin sazî û dezgehên çapameniyê re daxuyand ku daxuyaniya walîtiyê ras e.   PIŞTî DAXUYANIYA WALÎTIYÊ   Piştî ku mirina Çakan belav dibe, malbata wî xwe digihîne agahiyên ku kure wan ji ber muzîka kurdî hatiye kuştin û vê agahiyê bi xizmên xwe re parve dike. Lê piştî daxuyaniya Walîtiya Enqereyê daxuyaniyên malbatê jî diguherin. Piştî daxuyaniya Welatiya Enqereyê, bavê Çakan Nîhat Çakan ji ajansa me re ev agahî ragihandin: “Hevalê kurê min ji kesên din re dibêje, ‘Azan tê xwendin ji azanê re rêz bigirin. Piştî azanê hûn ê dîsa muzîka xwe guhdar bikin.’ Di vê navberê bi nava hev dikevin. Hevalê kurê min direve. Kurê min di destê 3 kesan de dimîne. Dezmêj girt. Got, ‘saet çî ye, ez ê nimêj bikim’. Min jî got, ‘Hê 10 deqe ji azanê re heye’. Azan saet di 200.15’an de tê xwendin. Di vê navberê de dem derbas bû. Piştî 25 deqeyan min cenazeyê wî dît.”   KAL: ÇIMA MUZÎKA KURDÎ   Lê xizmên Çakan ên hatin Saziya Tipa Edlî (ATK), nexweşxane û ser goristanê gotin ku Çakan ji ber muzîka kurdî hatiye kuştin. Me xwe gihand kalê Çakan Velî Çokyaman ku ji ber temenê xwe tevlî merasîma cenaze nebû jî. Çokyaman, da zanîn ku keça wî jê re ragihandiye ku ji ber muzîka kurdî nîqaş derketiye û wiha got: “Zarokê hatiye kuştin nebiye min e. Hevalê nebiye min qersî ye (Kesê ku Waşlîtiyê di daxuyaniya xwe de cih dayê). Li gorî ragihandinên wî zarokî: Bariş muzîka kurdî guhdar kiriye, wan jî qebûl nekiriye. Walîtî bûyerê berovajî dike. Li gorî ragihandinên keça min; hevalê Bariş ji malbatê re wisa gotiye. Wan jî ji me re wisa gotin. Herkes şahid e. Tiştên ku dema bûyerê hatine gotin rast in. Tê berovajîkirin.”   PISMAM Û DOTMAMÊ PIŞTRAST KIR   Piştî veşartina Bariş Çakan nûşegîhanê me çûn mala malbatê û pismam û dotmama Çakan re hevdîtin kirin. Dotmama Çakan ku deriye mala şînê vekir, diyar kir ku sedema kuştina pismamê wê “muzîka kurdî” ye. Li ser vê yekê ji malê mudaxaleyî her du kesên ku bi me re diaxivîn hat kirin.   Li ber derî em bi pismamekî Çakan re jî axivîn û ev tişt got: “Ji wir 2-3 heval tên, pismamê min li wir muzîka kurdî vedike. Piştre alozî dertê. Dibêjin, ‘muzîkê bigirin’. Herhalde ên me jî ji wan re dibêjin, ‘hûn muzîkê bigirin’. Gengeşî dertê. Hevalê Bariş dereve. Bariş tenê dimîne. Ew jî dikeve hewşekê û hewl dide xwe biparêze lê nikare xwe biparêze. 3 kes tên wî ji dilî kêr dikin û direvin diçin.” Li ser pirsa “Vê agahiyê kî da we?” pismamê Çakan ev bersiv da: “Apê (Bavê Bariş) min. Ev rast e. Çima hûn dizanin? Dema ku em hatin apê min wan çibûn nexweşxaneyê. Dema ku apê min wan diçin Bariş li erde bûye. Li cem Bariş jî birayê wî hebûye…heke birayê wî nîn be jî hevalên me yên nêz hebûne. Ew jî derewan nakin. Xwedê qebûl neke, çi bibêjim. Apê min ê bavê Bariş nimêj dike. Ji xwe guman dikim lê ji wî guman nakim. Tiştên ku ew dibêjin ez jî wan dibêjim.”   Dotmam û pismamê Çakan diyar kirin ku ji ber daxuyaniyên Wezareta Karên Hundir û Walîtiyê gumanên wan hene û naxwazin navê xwe bidin.   MA / Emrûllah Acar - Dîren Yûrtsever