ÎHD: Destûr nayê dayîn ku gora komî were lêkolînkirin 2020-06-01 17:10:20   MÊRDÎN - Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê rapora xwe ya têkildarî gora komî ya li şikeftek li navçeya Kerboranê hatibû dîtin eşkere kir. ÎHD ragihand ku rê nehate dayîn ku li şikeftê lêkolîn bike û fikarên wan ên cidî li ser lêpirsînê hene.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê rapora xwe ya têkildarî şikefta ku hestî û kiloxên serê mirovan a li gundikê Libka Kaniya ya girêdayî gundê Derêca ya Kerboran a Mêrdînê eşkere kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Fevzi Adsiz, Parêzer Erdal Kuzu û Cengo Turk, di 30'ê Gulanê de çûn herêmê lêkolîn bikin. Heyet dema çûn Kerbarê û xwestin bi Serdozgeriyê re hevdîtin bikin, bi sedema dozger li cihê bûyerê bû nekaribûn pêre hevdîtin bikin. Heyetê di raporê de wiha got: “Li ser dîtina hestî û kiloxê serê mirovan a li nava şikeftê, welatiyê me Îrfan Yakut li ser gumana ku hestiyê bavê wî yê sala 1993’an jî hatibû windakirin di navde be, li ser giliyê suc ê ji bo Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê ya me ji bo agahî girtinê bi rêya telefonê serî li dozgeriyê dabû.”   Heyeta ÎHD’ê ya li ser daxwaza Yakût çû cihê bûyerê bi hinceta ku li ser lêpirsînê biryara ‘veşarîbûnê’ heye hatin astengkirin. Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê anî ziman ku bi Serdozgeriya Komarê re tenê bi 5 deqeyan kariye li ser mijarê agahî bigirin. ÎHD'ê da zanîn li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di salên 2013 û 2015'an de di kolanên hatin kirin de hestiyên welatiyên li herêmê wê demê hatibûn binçavkirin û windakirin derketibûn.    TESPÎT Û QENEET    Heyetê di raporê de cih da tespît û qeneetan û wiha got:    “* Ji bo agahdarkirina cemaweriyê, astengkirina xebata rêxistinek sivîl a lêpirsîn û lêkolînê, ji bo silametiya lêpirsîn û ronîkirinê dibe dibe asteng.    * Wekî parêzer û nûnerên rêxistina sivîl û civakî, em bi fikarin ku lêkolîn û ronîkirina cihê bûyerê bi silametî bê kirin.    * Dozgeriyê nehişt ku em wekî heyetê bicih cihê bûyerê lêkolîn bikin û delîlan kom bikin. Ji ber vê yekê di komkirina delîlan û parastina delîlan de em bi fikar in.    * Heyeta me bûye şahid ku Serdozgeriya Komarê ya Kerbarê di komkirina delîlan de li dijî Peymana Mînnesota ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tev geriya ye.    PÊŞNIYAR    Her ku hestiyek li herêmê tê dîtin, ji aliyê xizmên kesên windayan de dibe heviyek nû. Ev hêvî ji ber testên DNA yên li Saziya Tipa Edlî rastî karên broktarît tên pir dereng bi encam dibe. Divê rewşa Saziya Tipa Adlî ya malbatan mexdûr dike li ber çavan bê girtin û encama testa DNA zûtir bê zelalkirin.    * Ji bo winda bi lez bên dîtin û berpirsiyar bên dîtin û derxin pêş darazê, divê kar û barê lêpirsînê bi lez bê kirin û encamê bistîne.    * Biryara Serdozgeriya Komarê ya "Veşartî" ya lêpirsînê û astengkirina heyeta me ya cihê bûyerê li dijî lêpirsîna adilane û çalakiyê ye. Em wekî Şaxa ÎHD'ê dê serlêdanên xwe yên piwst li mercên pêwist bikin.