Dayika Karaman li ber dadgehê daxwaza edaletê kir 2020-06-01 15:19:14   ENQERE - Dayika Ayşe Karaman Ferîde Karaman li ber dadgehê daxuyanî da û got: “309 roj in ez digirîm. Ji bo ew destên qirêj bi henek din nebe dîsa wî bigirin.”   Teknîkerea anestezi Ayşe Karaman ji aliyê Ozgur Tarhan ve hatibû kuştin. Tarhan di 4’ê gulanê de hatibû berdan. Dayika Ayşe Karaman, Ferîde Karaman têkildarî berdana kujer Tarhan li ber Dadgeha Enqereyê bi daxwaza edaletê daxuyanî da. Rêxistinên jinan jî piştgirî dan Karaman. Parêzerê malbata Karaman, Tolga Beyendî jî tev li daxuyaniyê bû.   Jinan dovîz û wêneyên Ayşe Karaman hildan. Endama Meclîsa Jinan a Enqereyê Mizgîn Sunbul bertek nîşanî berdana Tarhan da û got ew biryara dadgehê qebûl nakin û edaletê dixwazin.   BANG LI RAYEDARAN KIR   Dayika Karaman Ferîde Karaman jî daxuyanî da û got: “309 roj in ez digirîm. Ji bo ew destên qirêj bi henek din nebe dîsa wî bigirin. Kujer xelat kirin. Çima xelat dan kujer? Ez bang li rayedaran dikim û wan vedixwînim wezîfeyê, vî zilamî demildest bigirin.”   Parêzer Tolga Beyendî jî da zanîn ku tevî ku gumana dê kujer bireve jî wî berdan e û xwest dadgeh dawî li bêhiqûqiyê bîne.