Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd: Tirkiye ji bo çareseriyê asteng e 2020-06-01 14:57:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd, derbarê kiryarên li Efrînê rû didin daxuyanî da û got: "Heya  ku dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ya li ser erdnîgariya me dewam bike, wê li Sûriyeyê çareserî pêş nekeve." Partiyên Yekitiya Nîştimaniya Kurd ku ji 25 partiyên kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin, derbarê kiryarên li Efrînê ku dibin dagirkeriya Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (ANS) deye, rû didin de daxuyaniyek nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê hîn jî li dijî gelên Kurdên li Sûriyê planên xwe dimeşîne, nexasim li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Tirkiye bi armanca guhartina demografiya dîrokî ya van herêman qetilkirin, talankirin û îşkencekirina sivîlan pêk tîne û navên dever saziyan dikin tirkî.   Di heman demê de em kiryarên hovane şermezar dikin û ji raya giştî ya Kurd, nîştimanî û cîhanî re piştrast dikin ku heta artêşa Tirk li ser xaka me be dê aloziya Sûriyê çareser nebe, di heman demê de erd û namûsa me ye, ne cihê bazaran e, lewma em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku artêşa Tirk ji xaka me derxin, zilma li ser tevahiya gelan rakin û bang li rêxistinên parastina mafên jinan dikin ku divê bi erka xwe rabin û binpêkirinên li dijî jinan li pêşberî dadgehên navneteweyî eşkere bikin.   Li ser esasê berpirsyariya neteweyî û dîrokî ya ku wekî hêzeke siyasî û di vê qonaxa hesas de dikeve ser milê me û gelên me jî bi armanca pêkanîna armancên xwe tê dikoşin, em dubare dibêjin divê yekitiya neteweyî ava bibe, ji ber baştirîn karê em pê xizmeta gelê xwe bikin; yekitî ye û ev jî dibe garantiya pêşeroja me.”