Li Wanê çayxane têje bûn 2020-06-01 14:52:52   WAN – Li Wanê piştî demeke dirêj aşxane û cafe vebûn. Cafeyên li Kuçeya Hunerê ku gelek bi tevger e vala man lê çayxaneyên di navbera kuçeyan de têje bûn.   Cihên kar ku di meha adarê de ji ber vîrûsa koronayê hatibûn girtin, hinek ji wan îro vebûn. Li Wanê ku di nav bajarên dawiya hefteyê qedexeya derketina derve li didome, piştî demeke dirêj aşxane û cafe vebûn. Cafeyên li Kuçeya Hunerê ku gelek bi tevger e vala man lê çayxaneyên di navbera kuçeyan de weke berî vîrûsa koronayê têje bûn. Hin welatî rakirina bergiriyan bi kêfxweşî pêşwazî dikin û hinek ji wan jî difkirin ku hikûmet ji ber qrîza aborî neçarî pêvajoya asayîbûnê bûye.   BI ZAROKÊ XWE RE LI KAR DIGERE   Aydin Erenler, diyar kir ku 2 meh in li malê bêkar e û wiha got: “Ez karkerê înşaatê me. Bi mehan e naxebitim. Divê herkes li mesafeya xwe ya fizîkî baldar be. Li 7 kesan dinerim. Bi kurê xwe li kar digerim.”   NE KAR HEYE NE JÎ NAN   Necmî Kalçik jî da zanîn ku bi vîrûsê re bê kar maye û ev tişt anî ziman: “Ji ber vîrûsa koronayê hema bibêje kes naşixule. Hikûmetê top avêtiye. Ji ber vê yekê mirov berê xwe didin kar û kuçeyê. Lê ne kar heye ne jî nan heye. Esnafên ku dikanên xwe vekirine kar nakin.”