Rollas: Bê cezayî ji xwe di fîliyatê de hebû û pêk tanîn 2017-12-26 11:39:47 ÎZMÎR - Parêzerê malbata Ekrem Kaceroglu yê di çalkaiyên 6-8'e Kobanê de hat kuştin û endamê MYK'a ÎHD'ê Mustafa Rollas, polîtîkaya "bê ceza hiştinê" ya bi KHK'a Hejmara 696'an derket, nirxand. Rollas aşkera kir ku ji xwe polîtîkaya "bê ceza hiştinê" ya li dijî muxalîfan di fîliyatê de pêk tanîn. Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) di xala 121'an de bi rêya Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) ya bi Hejmara 696'an sererastkirin pêk hat û li gorî wê "Beyî ku rengdêriyekê bigire an jî peywireke fermî anîbe cih an neaniye li ber çavan bê girtin, kesên li dijî çalakiyên terorî û hewldana derbeya 15.07.2016'an derkeve û bitepisîne, ji ber tevgerên wan dê di warê hiqûqî, îdarî û malî de ceza neyê danîn." Li gorî vê sererastkirin û xalê, gelek sazî û rêxistinên civakî, ketin tevgerê û vê yekê wekî "şerê nav xweyî" pênase dikin û hin alî jî vê yekê wekî polîtîkaya "bê ceza hiştinê" ya li dijî muxalîfan rexne dikin. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê ÎHD'ê û parêzerê mabata Kaceroglu Prz. Mustafa Rollas, xala 121'an a KHK'a bi hemara 696'an nirxand.   ‘NIYET SIVÎLÊN 15'Ê TÎRMEHÊ PARASTIN BE, BI VEKIRÎ DIKARIN BIKIN’   Rollas destnîşan kir ku di xalên eleqedar de şêlubûn hene, hikumet dixwaze tenê "Sivîlên hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê tepisandin di vê xalê de bi cih bike" û ev jî hem kêm û hem jî xelet dît. Rollas, li ser guhertina bi pênaseya "Beyî ku rengdêriyekê bigire an jî peywireke fermî anîbe cih, an neaniye li ber çavan bê girtin, kesên li dijî çalakiyên terorî û hewldana derbeya derketîn" jî rawestiya û ev tê çi wateyê pirsên xwe kirin. Rollas got ku heke muxalefeteke civakî wekî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê pênase bikin û li dijî vê mudaxaleyekê pêk bînin, tiştên biqewimin wiha şîrove kir: "Dê kê vê di çarçoveya hiqûqê de binirxîne. Heke niyeta hikumetê û kesên KHK amade kirine parastina sivîlên derbeya 15'ê Tîrmehê tepisandin be, dikaribûn ev bi zelalî bidana nîşan. Lê berovajiyê wê heke 'wekî berdewama çalakiyên mîtanî wan' bê gotin û vê yekê pêk bînin, dê pirsgirêkên cidî derkevin holê."   Rollas da zanîn ku ji xwe polîtîkaya "bê ceza hiştin" di fîliyatê de hebû û çalakiyên Kobanê yên 6-8'e Cotmehê bi bîr xist û wiha pê de çû: "Di van çalakiyan de gelek sivîl hatin kuştin; lê di warê cezakirinê de tu pêşketin derneketin pêş." Rollas aşkera kir ku bi KHK'ê re tenê kirasekî qanûnî li vê xalê kirin.