Çima Kalekol li Şahîntepe avakirin? 2017-12-26 11:16:00 STENBOL – Li taxa Şahîntepe ya Stenbolê kalekola ku rayedar destnîşan dikin di çarçoveya projeya “Kanal Îstanbul” de hatiye avakirin welatiyên taxê bêzar dike. Welatiyên taxê diyar kirin ku dema jin ji bazarê vedigerin jî rastî lêgerîna polîsên kalekolê tên. Welatiyan anîn ziman ku bi van zextan dixwazin wan ji vir koç bikin û hevkarên xwe yên AKP'î bi cih bikin.  Li Stenbolê yekem car li taxa Şahîntepe ya navçeya Başakşehirê di gulana 2017’an de kalekol hat avakirin. Piştî kalekol li vir hat avakirin li taxên Şahintepe û Guvercintepe liv û tevgera polîsên tîmên taybet û tîmên tevgera taybet zêde bûn. Piştî kalekol hat avakirin û tevgera polisan zêde bû, welatî bê navber rastî kontrol û lêgerîna polîsên tîmên taybet tên. Polîsên ku ketober welatiyan radiwestîne û li ser welatiyan lêgerîn dike welatiyan bêzar dike.    Şêniyên Şahintepe berter nîşanî helwesta polîsan a keyfî dan û diyar kirin ku polîs bi awayekî keyfî li dikan û kargeriyên esnafan digerin û welatiyan bêzar dikin. Şênî û esnafê Şahintepe Şahin Yildirim (60), diyar kir ku beriya Projeya “Kanal İstanbul” bê amadekirin rewşek wisa awarte tune bû û wiha  got: "Beriya vê projeyê zext û tundî li ser taxê û welatiyan tune bû. Pişti vê projeyê zext li ser civakê zêde bûn. Bi vê projeyê dixwaze şêniyên taxê koçber bikin û li şûna wan AKP'ayan li vir bi cih bike.    Yildirim, anî ziman ku dema li taxê digerin polis mudaxaleyî wan dike û wiha got: "Welatiyên diçin marketê dema vedigerin polîs li poşetê wan digere û lêgerîn dike. Zarokên me nikarin derkevin kolanê. Ez 60 salî me. Di 12'ê îlonê de jî min zextên wisa nedît.    Yildirim, anî ziman ku piştî projeya "Kanal Îstanbul" kalekol hat avakirin û ew girêdayî vê projeyê ye û wiha got: "Bawer dikim ku bi armanca zextan li ser şeniyên taxê zêde bike ev kalekol hat avakirin. Dîsa ji bo hevkarên xwe li vir bi cih bike hat avakirin. Vir kirine qada rantê ya mezin. Ji ber vê yekê zextan zêde dikin da ku vir vala bikin û hevkarên xwe bi cih bikin."    ‘KES DENGÊ ME NABIHÎZE'      Yildirim, anî ziman ku ji bili polîsan kesên riha wan dirêj tên li taxê digerin û aloziyan derdixin. Yildirim, da zanîn ku ji bo tevliheviyan di nava xwe de şer dikin û bi zarokên li taxê re şer dikin. Yildirim, da zanîn ku ew nizanin yên tên DAIŞ'în an kesên cuda ne û wiah got: Em dixwazin hawara xwe bi riya televizyona xwe bînin ziman. Kes deng û hawara me nabihîze."    ‘KALEKOL VALA YE'   Welatiyê ku nexwest navê xwe bêje jî anî ziman ku carekê hat binçavkirin û dema birin Kalekaloê dît ku hundirê wê vala ye û wiha got: "Ev kalekol ji bo rantê avakirin. Li dora kalekolê beton pêçane. Lê nava wê vala ye. Li wir lêpirsînek fermî  tune cihekî vala ye. Ev jî perçeyekî projeyê ye. "