Îdîaya polîs û zabiteyan tundî li firoşkarên seyyar kirin 2020-05-31 14:42:30   MÊRSÎN - Jinên li Taxa Kocavezîr a navçeya Seyhanê firoşkariya seyyar dikin, li ser medya civakî vîdeoyek weşandin û îdîa kiirin ku polîs û  zabiteyan tundî li wan kiriye.    Jinên li Taxa Kocavezîr navçeya Seyhan a Edeneyê firoşkariya seyyar dikin, di hedefa polîs û zabiteyan dene. Jinên eşyayên kevin kom dikin û li bazarê difiroşin, diyar kirin ku zabite wan asteng dikin û ji ber vê nikarin debara xwe bikin.    Jinan, di vîdeoya li ser medya civakî parvekirin de wiha bertek nîşan dan: “Em nikarin debara xwe bikin. Em hewl didin van kevnan bînin û bifiroşin. Piştî ku polîs tên û diçin vê carê jî zabite tên. Li malê zarokên me hene. Fatûreyên av, ceyran û gazê hene. Em çawan va fatûreyên xwe bidin. Em ji kurê derê pere peyda bikin. Gelo emê çi bikin? Bila cih bidin. Di her malekê de 5-6 zarokên me hene. Wile em nikarin dizîtiyê bikin, zilaman bikujin. Ji ber ku ev ne karê me ye.”    ‘EM DERP KIRIN’   Jinan, îdîakirin ku polîsan jinek du canî bû derp kirin û wiha gotin: “Walî destûrê nade me. Hemû dahatûyê me ji vê derê ye. Bi salane em vî karî dikin. Em her tim bi polîs û zabiteyan re şer dikin. Di rojên derbas bûyî de polîsan li 2 jinên ducanî xistin. Divê ev zext bi dawî bibin.”