Di bûyera êrîşa li dijî polîsan de hejmara kesin hatin binçavkirin derket 3’yan 2020-05-31 13:07:32   AMED - Piştî ku li navçeya Rezanê polîstek hat kuştin, di operasyona dest pê kir de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 3’yan   Li Kolana 718'an a Taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê, duh êrîşî polîsan hatibû kirin û polîsê bi navê Atakan Arslan miribû. Piştî bûyerê bi maşîneyên zirxî dest bi operasyonê hatibû kirin. Hat îdîakirina ku kesê bi navê A.P. yê gule berda polîs û kesekê bi wî re di operasyonê de hatin binçavkirin. Hejmara kesên bi A.P. re hatin binçavkirin derket 2’yan. 3 kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin.