Welatiyên hatibûn îşkencekirin, cardin hatin binçavkirin 2020-05-31 12:51:21   MÊRDÎN - Li gundê Şêba Jêr a navçeya Dêrîkê, 4 welatiyên par hatibûn binçavkirin û îşkencekirin, îro di serdegirtina malan de carek din hatin binçavkirin.    Li gundê Şêba Jêr a navçeya Dêrik a Mêrdînê, leşkeran di saetên serê sibê de, di serdegirtinên malan de Bedrettîn Ozge, Halîl Bergîn, Aydin Ozdurak û Nezîr Demîr binçav kirin. 4 kesên li Qereqola Leşkerî ya Navçeyê tên girtin, di 17’ê Kanûna 2019’an de jî, ji ber pevçûna li gund rû da bû, hatibûn binçavkirin.    DERBARÊ ÎŞKENCEYÊ DE GILÎ KIRIBÛN    Ozge, Bergîn, Ozdûrak û Demîr jî di nav de 8 kes di 17’ê Kanûna 2019’an de, piştî pevçûna li gund rû da hatibûn binçavkirin. 8 kes li Qereqola Leşkerî ya Mêrdînê hatibûn îşkencekirin. Di raporên nexweşxanê yên 8 kesan de jî, deketibû holê ku îşkence li wan hatiye kirin. Ji kesên hatibûn îşkencekirin 2 jê ji wan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) da bûn. Dûre li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê gilî kiribûn.