TEV-DEM: Ji bo Efrînê komîsyoneke lêpirsînê ava bikin 2020-05-31 12:41:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bal kişand ser kiryarên li dijî mirovahiyê yên Tirkiye û komên çekdar ku li Efrînê dikin û got: "Divê komîsyoneke lêpirsînê bê avakirin."    Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ji bo balê bikişîne bûyerên li Efrînê pêş dikeve û kiryarên TSK û OSO yên li dijî welatiyan dikin, xwest komîsyona lêkolînê bê avakirin û got: "Divê komîsyoneke lêpirsînê bê avakirin."    TEV-DEM`ê bal kişand ser pêkanînên Tirkiye yên li dijî Efrînê û wiha got: "Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê bi komên xwe yên terorîst ji meha Adara 2018'an û heta roja îro sûcên dermirovî li dijî herêma Efrînê pêk tînin. Komên çete yên ku dewleta Tirk destekê didin wan, gelê Efrînê yê resen bi darê zorê koçber dikin, li dijî sivîlan sûcan û kiryarên li dijî mirovahiyê û pîvanên exlaqî pêk tînin."    'EFRÎN KOMKUJIYA ŞENALÊ TÎNE BÎRA MIROV'      TEV-DEM'ê destnîşan kir ku geşedanên li Efrînê û Şengalê dişibin hev û wiha lê zêde kir: "Bûyerên li herêma Efrînê diqewimin komkujiya Şengalê tîne bîra mirovan, ji ber ku çeteyan dixwest li dijî Şengalê bi giştî û li dijî jinan bi taybet sûcan pêk bînin û dema bi bin ketin li Efrînê kiryarên xwe berdewam kirin. Artêşa Tirk ji roja yekemîn a dagirkeriyê û heta roja îro piştgiriya komên çeteyan dike, li dijî sivîlan qirkirina etnîk, qetilkirin, jin, mêr, zarokan direvînin. Ev jî îsbata siyaseta guhartina demografiyê ye. Revandina jinan û komkirina wan bi rengekî tazî li navendên çeteyan, binpêkirina nirxên mirovahiyê ye. Her wiha ji bo tevahiya jinên cîhanê heqaret e. Di heman demê de êrişa li dijî pêşengiya jinên Kurd e, ji ber ku jinên Kurd serkêşiya şoreşa mirovahiyê kir û çete jî dixwazin vîna jinên azad ên Kurd tune bike. Kiryarên wiha îsbata îflaskirina çeteyan di nirxên mirovahiyê ye. Ji xwe der barê kiryarên wiha de dewleta Tirk xwedî dîrokeke reş e, kiryarên Osmaniyan tîne bîra mirovan."    'DIVÊ EFRÎN NEYÊ JI BÎR KIRIN'      TEV-DEM'ê xwest Efrîn neyê ji bîr kirin û wiha bi dawî kir: "Ew çete û di nav de dewleta Tirk a dagirker sûc û qirkirinan, bêyî tu astengiyan, li pêşiya civaka navneteweyî pêk tînin. Wekî ku herêma Efrînê herêmeke hatiye jibîrkirin û ji derveyî hesabên navneteweyî û erdnîgariya Sûriyê ye ku bi fesîleyên çete û terorîst, her wiha dewleta Tirk a dagirker li wê herêmê, kom bûne. Em wek TEV-DEM'ê dibêjin berpirsa vê yekê ya sereke Neteweyên Yekbûyî ye ku rola xwe ya rewa li herêmê winda kiriye. Her wiha rola Rûsya û Koalîsyonê Navneteweyî yên ku têkildarî rewşa Sûriyê ne. Em bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, bi taybet ên girêdayî rewşên jinan der barê sûcên derexlaqî de, şermezar dikin, her wiha bang li raya giştî û dewletên pêwendîdar dikin ku helwestên xwe yên şermezarkirinê pêk bînin û ji bo avakirina komîteyên lêpirsînê li herêma Efrînê, têkevin nava tevgerê."