HDK: Berxwedana Gezî pir zimanî fêr kir 2020-05-31 12:31:25   STENBOL - HDK'ê têkildarî 7'emîn salvegera Berxwedana Parka Gezî daxuyanî da û diayr kir ku Berxwedana Parka Gezî fêrî wan kir ku pirzimanî heye.    Lijneya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî 7'emîn salvegera Berxwedana Parka Gezî daxuyanî da. HDK'ê bi sernavê “Berxwedana Gezî ku nîşanî me da gel çiqas radibin ser piyan dibin xwişk û bira, di 7 saliya xwe de di hiş û çalakiya me de zindî ye" daxuyanî da. HDK'ê anî ziman ku 7 sal berê xwestin li bajarê herî mezin qada herî mezin bê mirov bihêlin û wiha got: "Li dijî vê hewldanê berxwedanê dest pê kir û li her bajarî li her qadê belav bû. Di berxwedana Gezî de hat xwestin ku biryara dadgehê pêk bê. Di pêvajoya Gezî de şer tune bû. Cenazeyê esker û gerîlla nedihatin. Lê îro dixwazin Kurdan ji siyaseta demokratîk qut bikin. Bi operasyonan bê navber li Iraq û Libyayê senaryoyên şer pêş dixin. Di 7'emîn sala berxwedana Gezî de vê carê ji bo gel bêdeng bikin dixwazin çeka şewba gerdûnî ya vîrûsê pêş bixin. Berxwedana Parka Gezî fêrî me kir ku li vî welatî pir zimanî û pir rengi heye."