Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin 2020-05-31 12:20:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 2 rojên dawî de hêzên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Serdeşt û Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê 4 kolber birîndar kirin.   Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Pîranşar-Çomanê gule li kolberan reşandin. Di encamê de kolberê bi navê Elî Xizirzade ye ku ji gundê Kolke Reş a jorîn a girêdayî Serdeştê ye birîndar bû.    Şeva 28'ê Gulanê jî hêzên rejîma Îranê komek kolber kirin armanc. Li vir 3 kolber birîndar bûn. Di encama  êrîşê de kolberê bi navê Kemal Goherî, Kamil Qadêrî û Resûl Çeplek  birîndar bûbûn. Hêzên rejîma Îranê di rojên dawî de gelek kolber kuştin.