Geliyê Bertul qedexe kirin 2020-05-31 11:12:22 ŞIRNEX - Geliyê Bertul ê Çiyayê Gabarê bi hinceta “Ewlekariyê” hat qedexekirin.  Hin qadên Çiyayê Gabarê bi hinceta “Ewlekariyê” hatin qedexekirin. Di nava qadên hatin qedexekirin de, Geliyê Bertul jî heye. Cerdevan di ketin û derketina Geliyê Bertul de hatin bicihkirin û destûr nadin ku welatî biçin gîha kom bikin. Hat diyar kirin ku li cihên bilind ên gelî jî kamerayên ewlekariyê hatine bi cih kirin.     WELATIYAN BERTEK NÎŞAN DAN   Geliyê ku gundên Bertur, Dara û Şerefiyê li dora wê ne, di mehên havînê de bi sedan mêvanan dihewîne. Welatiyên gundên derdorê yên li keviyên rê bi firotina sebze û fêkiyan debara xwe dikirin, bertek nîşanî qedexeyê dan. Welatiyên gundên derdorê û welatiyên diçin herêmê seyranê, ji qedexeyê bi qazincin