Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye 2020-05-31 10:12:26 STENBOL - Malbat û hevalên Soydan Akay ê 2 salin li Girtîgeha Sîlîvrî di yek hucreyê de tê girtin û 5 mehin li dijî binpêkirina mafan dernakeve hevdîtina telefonê, bang li rayedar û parazvanên mafên mirovan kir ku hestiyar tev bigerin.  Girtiyê nexweş Soydan Akay, 2 salin li Girtîgeha tîpa F a Hêjmar 9 a Sîlîvrî di hucreya yek kesî de tê girtin. Soydan Akay, li gorî rapora ÎHD'ê di nava lîsteya girtiyên nexweşên giran de cihê xwe digire. Akay, di sala 1993'an de bi îdîaya "Berpirsiyarê Herêma Egeyê ye" li Îzmirê hat binçavkrin û girtin. Akay rastî cezayê muebetê hat û 27 salin girtî ye. Akay piştî hat girtin li Girtîgehên Buca, Aydin Nazilli, Amed, Sêrt, Mûş, Maltepe û niha jî li Girtîgeha Sîlîvîr girtî ye. Akay, 2 sal berê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 9 a Sîlîvrî kirin û di hucreya yek kesî de tê girtin. Di Hezîrana 2018'an de tespîta pençeşêra prostatê lê hat kirin. Akay 47 salî ye. 27 salin girtî ye. Bi nexweşiya hepatit-B, romatizma, pençeşera prostatê ye. Dema tedawiya Akay derbas bûye. Ji 2'ê Adarê de li Nexweşxaneya Okmeydani ya Stenbolê li klînika Onkolojiya Radyasyonê dest bi tedawiyê kiriye. Ji ber hêza wê kêm e spazma dil derbas kir.    Bira û parêzerê Soydan Akay, Prz. Veysel Akay, der barê tenduristî û şertên girtîgehê de axivî. Veysel Akay, anî ziman ku dema birayê wî hat binçavkirin rastî îşkenceya giran hat û wiha got: "Birayê min 47 salî ye. Di hezîrana 2018’an de teşhîsa pençeşêra prostatê kirin. Dereng dest bi dermankirina birayê min kirin. Di 2'ê Adara 2020’an de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Okmeydani li Klînîka Onkolojiya Radyasyonê dest bi dermankirinê kirin. Ji ber nexweşiyê teqetê wî nebûye. Hêza wî ya fîzîkî û biyolojîk pir lawaz bûye. Nexweşê hepatit û romatizmayê ye. Ji ber bedena wî lawaz bûye dem bi dem spazma dil derbas dike.    JI NÎSANA 2018'AN HETA NIHA DI YEK HUCERYÊ DE TÊ GIRTIN    Prz. Veysel Akay, anî ziman ku birayê wî ji Nîsanaı 2018’an heta niha di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha lê zêde kir: "Birayê min ji cîhana derve bi temamî hatiye tecrîd û îzolekirin. Piştî xistine hucreya yek kesî bi dehan caran mafê wî hatiye binpêkirin û rastî muameleyên taybet ên xerab hatine. Nameyên wî yên ku ji derve û ji hundirê girtîgehê re dişîne piranî tên desteserkirin. Dîsa name û faksên ku ji wî re tên şandin jî an nadin wî an jî piştî çend meh şûnde van name û faksan didin wî. Rojnameya Yenî Yaşam û rojnameyên muxalif û kovarên din nadin wî. Daxwaznamên ku ji saziya darazê û rêxistinên mafên mirovan re dişîne, desteser dikin. Pirtûka nivîsand wekî bi saqince hat dîtin. Birayê min di sala 2019'an de pirtûka “Çîçekên Çolê" nivîsand. Lê pirtûka wî nedan wî. Li gel ku pirtûk dan gelek girtîgehan pirtûka ku wî bi xwe nivîsandibûn nedan wî. Ev rewş nayê famkirin."      HEMÛ SERLÊDAN BÊ ENCAM MAN   Veysî Akaş, da zanîn ku 2 salin serî li hemû rê û rêbazên hiqûqî didin, lê encam nastînin û wiha got: “Hemû serlêdanên me yên Wezareta Dadê bê encam man. Herî dawî bi sedena Covît- 19 me serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvrî û Bakirkoyê da û me xwest Soydan bê berdan. Lê hêj bersîv nedaye. Hekîmtiya Înfaza Sîlîvrî jî bi henceta erka wan tune serlêdana me red kirin û dosya şandin Dozgeriya Komarê ya Silivriyê.    '2 SALIN BI KOMPLOYÊ DI TECRÎDE DE YE'    Akay, destnîşan kir ku Soydan ji 4'ê Kanûna 2019’an heta niha ji bo tundî, dijhiqûqî, binpêkirina mafan û muameleyên keyfî şermezar bike hemû ziyaretên bi malbat, parêzeran re, hevdîtinên telefonan tevan red dike û wiha got: "Ji ber vê yekê 6 meh in em tu agahiyan jê nagirin. Dema birayê min ji Girtîgeha Maltepe sewqî Sîlîvrî kirin, rastî pêkanînên keyfî hatin. Ji aliyê midûrê Girtîgeha Maltepe ve rastî muameleyên keyfî hat. Bi taybetî divê ev bê dîtin û zanîn. 2 salan li dijî van binpêkirin û muameleyên keyfî têkoşiyam. Min dosya bir wesaretê. Lê me neda famkirin. Midûrê Girtîgeha Maltepe xwest girtiyên din bikin sîxur. Wekî ku birayê min xwedî hêza ku vê yekê asteng bike tevgeriyan. Midûrê Girtîgehê bi îdîaya berpirsiyarê girtiyên PKK'î yên li Tirkiyeyê ye, ew sewqî Sîlîvrî kir û xwest bê îzolekirin.Piştî me serî li dozerî, wezaret û rayedarên fermî da em fêr bûn ku sedema tecrîdê ev e. Rayedarên Girtîgeha Sîlîvrî, gotin 'Wezaretê di vê mijarê te ferman daye' Birayê min bi vê komployê 2 salin di tecrîdê de ye.   BANG LI RAYEDARAN KIR   Akay, bang li Wezareta Dadê kir û xwest dawî li vê pêkanîn û muameleya neheq, keyfî û li dijî hiqûqê bînin û wiha got: "Ez di sibatê de çûm Girtîgeha Sîlîvrî. Min bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin kir. Midûrê Girtîgehê aşkere got. ‘Ev biryara Wezaretê ye. Em nikarin tiştekî bikin.' Di van rojên vîrûsa corona de di şertên nexweşiya giran de, di bin rîskekî giran deye. Ev li dijî mirovahiyê û li dijî sinc e. Em dixwazin vê muameleya li dijî sinc, mirovahî û hiqûqê bi dawî bikin. Em bang li hemû rêxistinên demokratîk û parazvanên mafên mirovan dikin ku ji bo birayê wî hestiyar tev bigerin."    HEVALÊN WÎ NAME ŞANDIN   Newzat Îçten jî li ser navê hemû Girtiyên Girtîgeha Tîpa 9 a Sîlîvrî nameyek şand. Îşten, anî ziman ku tecrîdkirina Akay li dijî xala TCK’ê ye û hêj rastî pêkanînên dijhiqûqî û keyfî tê. Ev rewşa ku Akay têde îşkenceya li pêş çavan e. Hewldana tolhildanê ye. Niha kesekî ku qedehek av bide wî û alîkariyê bi wî re bike tune ye. Ji ber rewşa vîrûsa corona divê şertên wî pir pir paqij bin. 2 salin li gel hem3u hewldan û diyalogan em encam negirin. Ger ku encamek xerab pêş bikeve, hemû rayedarên ku 2 salin em serî li wan didin û sersar nêzîk dibin bi xwe ne. Ger ku tiştek bê serê hevalê me, kesên ku bi înat vê tecrîdê û îzolasyonê berdewam dikin bi xwe ne. Em bang li we dikin ku li djî vê pêkanînê bibin deng û hestiyar tev bigerin."    MA / Sadiye Eser