Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû 2020-05-31 09:55:22   MÊRDÎN - Prz. Erdal Kûzû, diyar kir ku hestiyên di gorek komî ya li Kerboranê hatin dîtin de, hêviyên winda bên dîtin cardin nû kirin û got: “   Welatiyan pêr di şikefteke mezraya Lîbka Kaniya ya gundê Derêca ya navçeya Kerboranê ya Mêrdînê de gorek komî dîtin. Piştî serlêdana dozgeriyê, li cihê bûyerê lêkolîn hat kirin. Di dema lêkolînê de, parêzerên xizmên windayan û parêzerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Mêrdînê jî amade bûn. Lê destûr ji bo wan nehat dayîn ku bikevin qadê. Di encama lêkolîna hat kirin de, nêzî 35-40 kilox û hestiyên mirovan hatin berhevkirin. Têkildarî lêpirsîna mijarê biryara nepeniyê hat dayîn. Hat destnîşan kirin ku hestî û kiloxên hatin komkirin wê ji bo testa DNA’yê bişînin Saziya Tipa Edlî (ATK).    Walîtiyê derbarê mijarê de daxuyanî da û got: “Hestiyên hatin dîtin, dibe ku aîdê serdemên dîrokî bin. Me Miduriyeta Tûrîzma Çandê ya Bajêr agahdar kiriye.”    BI DEHAN KESÊN HESTIYÊ WAN WINDA HENE    Şikefta gora komî lê hat dîtin, dikeve herêma Çiyayê Mawa ya di navbera navçeya Kercews a Êlihê û navçeya Kerboran a Mêrdînê. Li herêma ku di salên 90’î de înfazên bêdaraz dihatin kirin, hîna aqûbeta gelek kesên dibin çavan de hatin windakirin ne diyare.   Yek ji parêzerên dosyayên JÎTEM’a Kerboranê yên li Derik û Qoserê dewam dikin Prz. Erdal Kuzu, derbarê  gora komî ya hat dîtin û lêpirsîna dozgeriyê bi rêve bir de, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.    Kûzû, diyar kir ku di salên 90’î de, li Mêrdîn û navçeyên wê, înfazên bêdaraz, windakirina mirovan û binçavkirinên bê qeyd pir zêde bûn û wiha axivî: “Ev şikefeta gora komî lê hatin dîtin jî dikeve vê herêmê. Berê jî li Dêrik, Qoser û Kerboranê bi heman awayî kolandin çêbûn. Bi van kolandinan re hestiyên gelek mirovên hatibûn windakirin hatin dîtin. Di salên 2013 û 2015’an de li navçeya Kerboranê kolandin hatin kirin. Di qadên hatin kolandin de hestî û cenazeyên mirovên dibin çavande hatibûn windakirin hatin dîtin. Li cihê ku gora komî hat dîtin jî bi gumane. Dozger, li ser serlêdana Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê dest bi lêkolînê kir û xwest delîl bên komkirin.”   ‘DIVÊ MÎNAKA XWÎNÊ BIGIRIN’   Kûzû, dest nîşan kir ku dibe hetiyên hatin dîtin, aîdê kesên di salên 90’î de hatin windakirin bin û wiha got: “Di encamê de biryara dawî wê ATK’a Stenbolê bide. Ji ber vê divê xizmên windayan biçin Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê û mîna xwînê bidin. Divê mînaka xwînê ji wan bê girtin. Bi vê dîtina gora komî re hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû.”    MA / Ahmet Kanbal