Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn 2020-05-31 09:03:40   STENBOL - Bi îdiaya ku "agir bi Daristana Aydosê xistiye" cezayê muebetê li Yakûp Akman hatiye birîn. Lê belê di qeydan de kifş e bûye ku ê îxbara şewta kiriyeAkman bi xwe ye.    Di 19'ê Îlona 2019'an de li Pendîk a Stenbolê agir bi Daristana Aydosê ketibû. Di dema agir de welatiyê bi navê Yakûp Akamn jî li texma daristanê bûye. Ji ber vê bi îdiaya "agir bi daristanê xistiye" hatibû binçavkirin. Akman, 4 rojan li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê di bin çavan d edimîne û paşê sewqî dadgehê tê kirin. Dadgeh jî biryara girtina wî dide û wî dişîne Girtîgeha Sîlîvriyê. Îdianameya me der barê Akman de hat amadekirin û di Dadgeha Cezayê Giran a 36'an a Stenbolê jî îdianame qebûl kir. Akman, di 7 mehan de 4 caran hatiye dadgehkirin û di dnaişîna dawîn de ku di 28'ê Nîsanê de hat lidarxistin, bi îdiaya "xirabkirina yekîtî û yekparebûna dewletê "û "di çarçoveya fealiyetên rêxistinê de şewitandina daristanê" de 25 sal cezayê girtîgehê û 20 hezart TL cezayê pereyî lê hat birîn.    Lê belê di îdianameya Akman de tiştên ecêb hene. Di îdianameyê de beriya şewata li daristana navbirî bi mehekê hin nûçeyên di hin weşann çapemeniyê de derketine cih girtine. Di îdianameyê de hesabê twîtterê yê bi navê "Ofkelî Kurdistan Gençlîgi" û parvekirina wê ya di roja şewata daristanê de hatiye kirin jî heye ku di parvekirinê de gotiye: "Yekeyê me agir bi qada daristanî ya li Kûrtkoy a Pendîkê xistine." Di îdianameyê de ev yek wekî delîla sûc hatiye nîşandan, lê belê di îdianameyê de ji bo hesabê navbirî tu delîl nehatine nîşandan ku aydê Akman e.    Piştî Akman hatiye binçavkirin heman hesab gotibû: "Tu eleqeya vî kesî bi me re tuneye. Gava dewleta faşîst a TC. nikare me bi bigire radibe kesekî ji rêzê digire, didarizîne û digire." Dadgehê ev parvekirin jî esas negirtiye.    Di îdianameyê de kilama "Amara" û "Dilê min Zagros e" ên Seyda Perînçek ku di telefona Akman de bûne û wêneyên xwe yên ku dema wekî fîguran di rêzefîlmê Kûrtlar Vadîsî Pûsû de lîstiye û di dest wî de çekeke maketî heye û li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kiriye jî sûc hatiye hesibandin.    Akman, çendî ku di hemû danişînan de gotiye wî tiştekî wis anekiriye jî lê belê dadgehê ev yek esas negirtine. Akman, di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku roja bûyerê bi motorsîkletekê çûye herêma Aydosê û gotiye: "Ji bo bêhnvedanê çûm wir. Gelek kes ji bo bêhnvedan û sohbetê tên vira. Çend carên din jî tevî hevalên xwe çûbûm. Vê carê gava çûm, du kesên din jî li wir bûn, lê bi qasî du metreyan dûrî min bûn. Lê di navbera me de hin tûm hebûn, ji ber vê nizanim kî bûn, çawa bûn. Piştî 20 deqeyan evan kesan agir pêxist. Lê di demek kurt de agir gur bû. Ji ber ku ez nêzî agir bûm, min xwest bitefînim. Gava min hewl dida agir bitefînim kes li wir tunebû. Lê belê agir tam gur bûbû, loma min bi tena serê xwe nikaribû bitefîne. Ji wir çûm, min berê xwe da jêrê. 100 metre şûnde li cihekî din jî agir bi daristanê ketibû. Ji bo bitefînim dîsa min mudaxile kir. Wê kêliyê ji jor dengê pîspîskê hat û hin kesan dikir carwar. Ez jî tirsiyam ku di stuyê min de bimîne loma reviyam. Min berê xwe da jêr."    Akman, di berdewamiya îfadeya xwe de bilêv kiriye ku gava berê xwe daye jêr û gihaye kolanê agir gur bûye û ji ber vê telefonî 112'an kiriye û gotiye: "Min telefonî 112'an kir. Wan jî ji min re got telefonî 110'an bike. Hema demildest min telefonî 110'an kir û min cih tarîf kir. Dû re min telefonî 115'an jî kir. Gava îtfaiye û peywirdar hatin cihê şewtê ez jî çûm cem wan. Min ji polîsan re got, min bûyer bi çavê xwe dîtiye. Min hinek dan sekinandin û paşê ji bo îfadeyê ez birim emniyetê. Dû re ez binçavkirim û dam girtin."    PARÊZER: TENÊ SEDEMEK HEYE EW JÎ NASNAMEYA MUWEKÎL E   Parêzerê Akman Nûrettîn Kûzû, anî ziman ku çend roj şûnde wê serî li Dadgeha Îstinafê ya Stenbolê bidin û îtiraz bikin. Kûzû, diyar kir ku tenê sedemeke girtina muwekîlê wî heye û got: "Ji ber nasnameya wî û ji ber ku wê rojê li wir bûye. Çimkî di lêpirsînê de her tişt gotiye. Di îfadeya xwe ya ewil de, di îfadeya xwe ya li dozgeriy de, di lêpirsîna xwe ya cezayê sulhê de û li dadgehê jî aniye ziman. Ji eynî vê tiştekî ku lêpirsîn li dosyeyê zêde kiribe tuneye. Muwekîlê min ji cihê bûyerê dûr ketiye, lê cardin hatiye û agahî parve kirine. Lê belê dadgehê ji ber twîteke li ser hesabekî ku nayê zanîn kî bi kar tîne biryar girtiye ku ev yek li ser navê rêxistinê hatiye kirin."    Her wiha Parêzer Kûzû, bal kişand ser nûçeyên der barê muwekîlê xwe de û got: "Wê demê di çapemeniyê de gelek nûçe derdiketin ku CHP nêzî HDP'ê dibe. Di ser vê re êrîşî muxalefetê dikirin. Bi rojan der barê muwekîlê min de nûçe hatin çêkirin. Gava hê lêpirsîn dewam dikir telefonî dozger dikirin, dosye dişopandin. Çimkî ji ber kue ev yek hinekî medyatîk bû, her kes bi awayekî hesas nêz dibû. Ji ber ku em baş dizanin siyaseta li Tirkiyeyê bandorê li darazê dike, di vê dosyeyê de jî bandoreke wê ya mezin heye."    MA / Ferhat Çelîk