Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye 2020-05-31 09:02:35   MÊRSÎN - Parlementerê HDP'ê Ridvan Tûran, ji bo şideta polîsan ku di demên dawî de pir zêde bûye anî ziman ku li paşperdeya vê yekê aqlê îqtidarê heye û got: "Ji ber ku nikarin çareseriyê biafirînin, darê zorê dixin dewrê. Di dîrokê de tu îqtidaan nikaribûye bi darê zorê xwe mîsoger bikin."     Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrsînê Ridvan Tûran, şideta polîsan a di demên dawî de zêde bûye nirxand. Tûran, destnîşan kir ku êdî ji ber ku îqtidara AKP-MHP'ê nikare civakê qaneh bike darê zorê bi kar tîne û got, îqtidara AKP-MHP'ê bi siyaseta tirsê bi zextan bi ser civakê de diçe û dixwaze bi vî awayî dengan bi dest bixe.    JI DÊVLA ÇARESERIYÊ ÊRÎŞ    Tûran, anî ziman ku îqtidar nikare pirsgirêkan çareser bike , ji ber vê êrîşî muxalefet û civakê dike. Tûran, diyar kir ku ji ber ku îqtidar nikare polîtîkayên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hilberîne, êrîşî kesên li dijî xwe dike û got: "Hebûna îqtidar, bi darê zorê tasfiyekirine muxalefetê ye. Niha em bi îqtidareke ku dixwaze bi stratejiya tunekirinê bimeşe re rû bi rû ne."    Tûran, diyar kir ku îqtidar herî zêde êrîşî partiya wan dike û got, lê belê dîsa jî partiya wan di pozîsyoneke wiha de ye ku bi tu awayî nayê fetihkirin. Tûran, destnîşan kir ku ji ber vê yekê îqtidar hîn bêtir êrîşî wan dike. Tûran, bilêv kir ku di dîrokê de tu îqtidaran nikaribûye bi darê zorê xwe mîsgore bikin û got, îqtidara AKP-MHP'ê jî ku niha xwe bi darê zorê li ser piya dihêle her diçe ber bu tunebûnê ve diçe.    Tûran, ji bo êrîş û şideta polîs û notirvanan jî destnîşan kir ku li paşperdeya vê yekê aqlê îqtidarê heye û got, îqtidar polîtîkayên xwe yên bi darê zorê bi destê polîs û eskeran dike û bi vî awayî hem êrîşî siyasetmedaran hem jî civakê dike.    Tûran, destnîşan kir ku ji bo îqtidar bi temamî biqede pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye û got: "Bila tu kes moralê xwe xera neke. Wê rojên xweş ê me bin."    MA / Ergîn Çaglar