‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin' 2020-05-31 09:01:56   ENQERE - Berpirsiyara Projeya Plastîkan a Akdenîzê ya Greenpeaceyê Nîhan Temîz Ataş, anî ziman ku divê anîna bermayiyên plastîk ên vîrûsê belav dikin a Tirkiyeyê bê qedexekirin û got, bi hezaran kes tev li kampanyaya wan bûne.    Ji sala 2004'an heya niha bermayiyên plastîk ên ji welatên Yekîtiya Ewropayê îthalî Tirkiyeyê hatine kirin 173 qat zêde bûye. Piştî şewba coronayê careke din mijara bermayiyan ket rojevê ku dibin sedema belavbûna şewbê.    Ji ber vê Greenpeace Akdenîzê di bin navê "Bila Tirkiye nebe çopgeha plastîkan" kampanyayeke îmzeyê da destpêkirin. Kampanya di meha Gulanê de hatiye destpêkirin û heya niha 29 hezar û 285 kes îmze dane.    Berpirsiyara Projeya Plastîkan a Akdenîzê ya Greenpeaceyê Nîhan Temîz Ataş, anî ziman ku li gor lêkolînên zanistî vîrûs di navbera 2-9 rojan de li ser plastîkan dimîne û got, divê anîna bermayiyên plastîk ên vîrûsê belav dikin a Tirkiyeyê bê qedexekirin.   Ataş, destnîşan kir ku bi vê projeyê dixwazein îthalkirina bermayiyên plastîkî bên qedexekirin ku zirara wan ji bo derdor, giyanewerên behrê û tenduristiya mirovahiyê pir e. Ataş, got: "Tirkiye welateke ku hê nikare serî bi çopa xwe re derxîne. Rêveberiya bermayiyan mijareke cidî ye, ji bo wê kontrol û mekanîzmayeke dorfireh divê. Piştî Çînê îthalkirina bermayiyên plastîkî qedexe kir, Tirkiye bû navnîşana çopên welatan. Di sala 2019'an de welatên Ewropayê herî zêde bermayiyên plastîkî îthalî Tirkiyeyê kirine. Ji ber ku îthalkirina çopan bi awayekî bêkonstrol û nezelal tê kirin, pirsgirêkên di pergala paşveguherandinê ya Tirkiyeyê de zêdetir dike."    ZIRARA WÊ YA JI BO TENDURISTIYA MIROVAN    Ataş, anî ziman ku bermayiyên plastîkî zirarê didin berên çandiniyê û dibin sedema mirina candarên behrê û got: "Daxilî nav xurekan dibin û bandoreke mezin li tenduristiya mirovan dikin. Em baş dizanin ku mîkroplastîk di nav terxên mirovan de hene. Ev jî nîşan dide ku plastîkên li welatê me bandoreke çawa li her derî kirine. Rêbaza berterefkirina bermayiyan zirarê dide derdorê. Asît û madeyên toksîkî daxilî nav hewayê, av û axê dibin. Piştî Çînê îthalkirina bermayiyên plastîkî qedexekir, îthalatê pêşî berê xwe da Asyaya Başûrrojhilatê û li wir av pir qirêjî bûn, nexweşîn zêde bûn... Mirovên li van deran dijîn bedêla aborî, civakî û hawirdorî ya vê qirêjiyê didin."    MA / Zemo Aggoz