Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan 2020-05-31 09:01:09   STENBOL - Endama HAKÎM'ê Fatma Bîltekîn, bibîr xist ku Wezareta Karên Navxweyî di dema şewbê de ji bo heywanên li kuçe û kolanan giştînameyek amadekiribû, lê belê giştîname esas nehatiye girtin û xwest muameleya xirab a li dijî heywanan daxilî nav çarçoveya sûckirinê bê kirin.    Şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) li seranserê cîhanê abndoreke neyînî li heywanan jî kir. Çendî ku Rêxistina Tenduristiya Heywanan a Cîhanê daxuyand ku tu daneyek bi dest wan neketiye ku vîrûs ji heywana belav dibe, dîsa jî gelek kesên heywan xweyî dikirin piştî şewbê heywanên xwe berdan kuçe û kolanan. Ji ber tevdîrên di dema şewbê de hatin girtin û mirov di mal de man, heywanên li kuçe û kolanan jî tî û birçî man. Ligel vê di warê hêwirandinê de jî pirsgirêk rû dan.    Endama Komîteya Şopandina Mafên Heywanan (HAKÎM) Fatma Bîltekîn, bal kişand ser pirsgirêkên ku di dema şewbê de rû dane û heywan bi wan re rû bi rû mane.    ŞIDETA LI HEYWANAN    Bîltekîn, anî ziman ku di serdemeke ku zimanê nefretî zêde bûye de, zirar herî zêde gihaye heywanan. Bîltekîn, bilêv kir ku ev şidet jî kûçik û pisîk hedef girtine û got, halbûkî ji bo goşt, hêk û şîr her roj bi milyonan heywan tên kuştin. Bîltekîn, ev yek tirs û şideta ku heywan pê re rû bi rû dimînin paşguh dike û got: "Şideta li ser heywanan ne tenê li kuçe û hêwirgehan, li selexaneyan, li navendên ceribandinê jî pêk tê."    Bîltekîn, diyar kir ku di dema şewbê de jî piştî ku mirov di mal de mane mezaxêrî kêm bûye û ji ber vê hin heywanên kovî û ên di nav avê de dijîn bêhn stendine û got: "Lê belê ev yek bû sedema zêdebûna binpêkirina mafan jî. Bi taybetî jî li axurên ku hejmara heywanan zêde ye eziyet li heywanan tê kirin. Li sînoran jî heywana di wesayîtan de zêde tên sekinandin."    Her wiha Bîltekîn anî ziman ku bi endîşeya enfeksiyonê mirovan heywanên xwedî dikirin berdane kuçe û kolanan û got, di vês erdemê de bi taybetî heywanên li kuçeyan bûne hedef.    GIŞTÎNAMEYA WEZARETÊ    Bîltekîn, bal kişand ser giştînameya ku Wezareta Karên Navxweyî di dema şewbê de ji bo heywanên li kuçe û kolanan amadekiribû jî. Bîltekîn, diyar kir ku di giştînameyê de hatiye gotin ku divê bi awayekî rêk û pêk paqijiya heywanan bê kirin û xwarina wan bê dayîn. Bîltekîn, destnîşan kir ku lê belê giştînameya wezaretê esas nehatiye girtin û ji bo vê bal kişand ser pisîka ku hefteya borî li Zongûldakê bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin.    Hefteya borî li Zongûldakê Şaredariya Devrekê ji bo tedawiyê pisîkek girtibû, lê belê piştî tedawiyê pisîka ku hê bandora anesteziyê li ser wê hebû berdabû kuçeyê û bi mirinê re rû bi rû hatibû hiştin.    Bîltekîn destnîşan kir ku li Tirkiyeyê Qanûna Parastina Heywanan heye lê belê heywan nayên parastin û got, ev yek jî bêecezatiyê zêdetir dike. Bîltekîn anî ziman ku divê şideta li heywanan tê kirin daxilî nav çaçroveya sûckirinê bê kirin .