Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê 2020-05-31 09:00:57   RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, anî ziman ku qewimînên li Rojhilata Navîn û cîhanê yekîtiyê li kurdan ferz dikin û got: "Tişta gel ji me dixwaze yekîtiya neteweyî ye. Bi gotinê nabe, divê gav bên avêtin."    Piştî pêşmergeyên girêdayî PDK'ê û hikûmeta Herêma Kurdistana Federe li herêma Zînê Wertê bi cih bûn, di raya kurdan de bû sedema bertek û nerazîbûnan. Ji ber vê careke din girîngiya "yekîtiya neteweyî" derket holê. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, bal kişand ser bivênevêbûna yekîtiya neteweyî û got, ji bo yekîtiya neteweyî wext wextaa gavavêtinê ye.    SEDSALA KURDAN    Omer Ocalan, bal kişand ser qewimîn û şerê li Rojhilata Navîn û got, tiştên di sedsala 20'an de qewimîn niha li Sûriye, Kurdistana Federe, Iraq, Lubnan, Tirkiye û Îranê diqewimin. Ocalan, anî ziman ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û got: "Gava mirov vê rewşê di çarçoveya fikr, felsefe û paradîgmaya modernîteya demokratîk a Birêz Ocalan (Abdullah) de şîrove bike, wê pêşeroja Rojhilata Navîn û bi taybetî jî ya Kurdistanê bi awayekî zelal bê fêmkirin. Êdî kurd siyaseta berê nakin. Pêngavine stratejîk pêş dixin, dîplomasiyeke navneteweyî dikin. Her wiha di sedsala 21'ê de li gor pêdiviyên kurdan gav tên avêtin. Berfirehkirin û mezinkirina vê dîplomasiyê bivênevê ye. Wê sedsala 21'ê bibe sedsala kurdan."    GAVINE PRATÎK    Ocalan ku got "Kurdistana azad, xwesteka kurda ye" bal kişand ser bedêlên ku kurdan dane û têkoşîna hevpar a kesên azadîxwaz. Parlementer Ocalan, got: "Ji bo Kurdistaneke azad û Tirkiyeyeke demokratîk, modernîteya demokratîk ji bo alternatîfek e. Ev ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê jî alternatîfek e. Li Rojhilata Navîn ciak hatiye tasfiyekirin û eciqandin. Îjar ji bo ku mirovahî vegere cewhera xwe divê li dor vê paradîgmayê bibe xelek. Êdî wext hatiye, divê ji gotinê wêdetir gavên pratîk bên avêtin. Divê her kes pirsa 'ji bo pêşeroja gelê kurd, ji bo ziman, çand û hunera kurdî ez ê karibim çi bikim?' ji xwe bipirse. Tehemula me nemaye ku em di vê sedsalê de jî bê statu bimînin."    NÊZÎKATIYÊN MALBATΠ   Ocalan, anî ziman ku ligel gavên girîng ên ji bo yekîtiya netweyî ya kurd, di dîplomasiya cîhanê de jî gelek tişt tên kirin û got: "Lê belê ligel vê em dibînin ku li hin deveran jihevdûrketin heye. Em li Başûrê Kurdistanê mêze dikin; Silêmaniye li hêlekê, Hewlêr li hêlekê ye. Yanî bûne eşîret bi eşîret, malbat bi malbat tev digerin. Partiya me wekhev nêzî her çar perçên Kurdistanê dibe. Siyaseteke li gor temsîliyeta gel dike. Ên vê bikin jî wê zarokên vî gelî bin. Nêzîkatiyên eşîretparêzî, herêmî û malbatî wê gelê kurd paş ve bibin. Rast e, ji bo statuya kurdan têkoşîneke mezin heye lê ji bo vê jî divê em demokrasiya di nav xwe de pêş ve bixin. Heger ev pêk neyê wê bixitime û wê ev bi kêrî gel neyê. Gotin pir in, lê gavên pratîk pir kêm in. Em tenê bi gotinê nagihên cihekî. Ked, xebat û yekîtî divê. Li Rojavayê jî hin gavên girîn tên avêtin. Bi DYA, Rûsya û Fransayê re hin danûstendin çêdibin. Dîplomasî, girîng e. Tenê ne bi dewletên Ewropayê, DYA an jî Rûsyayê re, divê bi hemû gelan re bê kirin. Divê em têkiliyên xwe tim û tim pêş ve bixin."    LI HER DERÎ YEKÎTΠ   Parlementer Ocalan, destnîşan kir ku wê yekîtiya neteweyî tenê ne di çaçroveyeke siyasî, wê di warê perwerdehî, aborî, tenduristî û ziman de jî pêk bê. Ocalan, bal kişand ser kêmasiyên di vî warî de jî û got, di her warî de xebateke koordîneyî divê û divê kurd vegerin cewhera xwe. Ocalan, bilêv kir ku hegere ev pêk bê wê kurd xurtir bibin.    'YEKÎTÎ HÊZ E'   Parlementerê Rihayê Ocalan, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nêzîkatiya wî ya ji bo yekîtiya neteweyî jî. Omer Ocalan, anî ziman ku Rêberê PKK'ê 21 sal in tê tecrîdkirin, lê belê temsîliyeta vî gelî ye û ku her çar perçeyên Kurdistanê tê naskirin û rêberê her çar perçeyan e. Omer Ocalan, got: "Nêzîkatiya Birêz Ocalan a ji bo yekîtiya kurdan pir zelal e. Birêz Ocalan, dibêje 'Heya kurd nebin yek wê nikarin siyasetê bikin. Gava nebin yekhêz wê dewletên dagirker û hêzên navdewletî kurdan bera hev bidin.' Hin jê bi Îranê re, hin jê bi Iraqê re, hin jê jî bi Tirkiyeyê re têkiliyan datînin û li ser tunekirina kurdan li hev dikin. Loma Birêz Ocalan di hemû hevdîtinan de li ser yekîtiya kurdan disekine, fikrên xwe beyan dike. Di hevdîtina xwe ya dawî de peymana sala 1982'yan a bi Birêz Îdrîs Barzanî re bibîr xist. Êdî divê em gavina bavêjin û xwedî li hev derkevin. Birêz Ocalan dibêje, 'Gava yekîtî hebe, hûn ê bihêz bin. Gava hûn bihêz bin hûn ê xwedîgotin bin û wê her kes mecbûr bimîne we esas bigire.' Tişta gel ji me dixwaze yekîtiya neteweyî ye. Bi gotinê nabe, divê gav bên avêtin. Wext ne wexta gotinê, wexta pratîkê ye."    MA / Bariş Polat