Li vî gundî her tişt bê pere ye 2020-05-31 09:00:15   AMED - Mînte Bayram piştî di 1993’an de gundê wan hat valakirin koç kiribûn, di sala 2013’an de dîsa vegeriya gund û dest bi karê çandiniyê kir. Niha hemû pêdiviyên xwe ji baxçeyên xwe û sewalên xwe temîn dike. Li gundê wan her tişt bê pere ye.    Gundê Herta yê Pasûrê di sala 1993'an de bi zorê hat valakirin. Welatî hinek jê li Amedê, Bûrsa û hinek jê li Pasûsê bi cih bûn. Yek ji malbatên koç kirin malbata Bayram e. Malbata Bayram piştî gundê wan vala bû, di sala 2013'an de dîsa li gundê xwe vegeriyan û dest bi çandiniyê kirin. Mintê Bayram a 65 salî û hevjînê xwe dîsa vegeriyan gund û li ser 8 donim ax bax û bostan diçînin. Li aliyekî rezê tirî û darê hejîran çandine, li aliyê din jî baxçe çandine. Di baxçe de jî bacan, pîvaz, xiyar, fireng, gundor, zebeş, îsot, çîlek, sîr, fasûlî, kundir û gelek cureyên din diçînin û debara xwe dikin. Ji tirî dims, benî û bastêq û sicuqan çêdikin. Li gund fêkiyên xwe nafiroşin. Bi rêbaz û filsefeya taqas a Ser bi ser tev digerin. Beriya gundê wan bê valakirin di sala 1993’an de çandiniya genim, sewalkarî dikir û bi xwedîkirina kurmên hevrişîmê, gulokên qumaşê hevrişîm hildiberandin. Di sala 1993'an eskeran gundê wan vala kirin û koçî bajarê Bûrsayê kirin. Piştî 14 salan li Bûrsayê man dîsa vegeriyan Amedê. Li Bûrsayê fêrî karê tekstîlê bûn û li Amedê berdewam kirin. Bayram û hevjînê xwe jî di sala 2013’an de hatin li gund bi cih bûn û dest bi çandiniyê kirin.    ESKERAN PIŞTÎ GUND VALA KIR KOÇÎ BÛRSAYÊ KIRIN   Piştî eskeran gund vala kir, malbata Bayram ji neçarî koçî Bûrsayê kirin. Ji bo debarê karên cur be cûr kirin. Mezin û zarok bi hevre xebitîn û debara malê kirin. Li Bûrsayê xizm, nas û kesên wan tune bûn. Her tim bi hesreta welat û gundê xwe li xeribiyê jiyan. Xwe tu carî aydî wê axê hîs nekirin û piştre dîsa li Amedê vegeriyan.'    'VEGERA WELAT VEGERA BIHIŞTÊ YE'   Minte Bayram, piştî vegeriya Amedê li gund dest bi çandiniyê kirin. Minte li ser karê xwe û serpêhatiyên xwe wiha got: “Dema em vegerîn welatê xwe gelek kêfxweş bûn. Vegera welat, vegera bihiştê ye. Em ji gund hez dikin. Zarokên me li navenda Amedê dijîn em li gund in. Li her bihosta gund şopên zarokatiya min hene. Goren dê û bavê min li vir in. Tim dixwazim biçim cem wan. Piştî ku ez zewicîm dê û bavê min jiyana xwe ji dest dan. Dema ez diçim baxçeyê bavê xwe hemû dinya dibe ya min. Em bi xwe mast û penêrê xwe çêdikin."     HER TIŞT BÊ PERE YE   Bayram, anî ziman ku demsala havîn û zivistanê çandiniya fêkî û sebze dikin û wiha axivî: “Em çandiniya fêkî û sebzeyî ji bo firotinê nakin. Dema zêde be em li cîranan belav dikin. Li gund herkes hertiştê xwe parve dike. Em heval û hogirên xwe ji fêkî û sebzeyên xwe mehrûm nahêlin. Li vir fêkî, sebze, nîvişk, dew, penîr, hêk û hwd. bê pere ye.  Serbiser jî nadin temamî alîkarî ye. Dema ez ji cîrana xwe re sebze dibim, ne mecbûre ku tiştekê bide min. Armanc alîkarî û piştevanî ye. Niha rezên me zêde tirî girti ne. Heke zirarê nebine dê têra hemû gundî bike. Em ji tirî dims, bastêq û sicûqên bi gûz çedikin.”   BI ROJÊ RE HIŞYAR DIBIN   Bayram, dest nîşan kir ku saet di 06.00’an de hişyar dibin û dest bi karê baxçe dikin û wiha bi dawî kir: ”Serê sibê radibim dora çîlekên xwe paqij dikim. Pişt re diçim nav baxçe û rezên xwe giyayê biyanî diçinim. Diçim sebzeyan kontrol dikim. Min dara guzê ji Amedê anî di baxçeyê xwe de çand. Min darên hejîr, sêv, bahîvan çand. Ku dem hebe ezê dîsa çandiniya genim û hilberîna hevrîşim çêkim. Hilberîn hebûn e."    MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme