Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn 2020-05-30 17:02:10   STENBOL - Nivîskarê Ermenî Murad Mihçi, anî ziman ku êrîşên li dijî dêran û gefa li dijî Waqfa Hrant Dink, dişibe beriya pêvajoya Hrand Dink bê qetilkirin û wiha got: "Êrîşan bi gotina Erdogan a 'Bermahiyên şûr' dest pê kir.    Êrîşên li dijî ermeniyan di demên dawî de zêde dibin. Piştî Dêra Ermeniyan a Dzınunt Surp Asdvadzadznî rastî êrîşê hat, li Beykozê dîsa xaça dêrekê hat jêkirin. Li ser van êrîşên vê carê jî peyama ku gefan dixwin ji Waqfa Hrant Dink re hat şandin. Di peyamê de gotin “Em dikarin şevekê bê wext bên" gef li hevjîna Hrand Dink, Rakel Dink û parêzerê wan xwarin. Her çend Wezîrê Karên Hundir Süleyman Soylu daxuyanî da û got yên êrîşî dêra Surp Krikor Lusavoriç û kesên gefa mirinê li Vaqfa Hrant Dink xwarine hatine girtin jî dîsa êrîş didomin. Nivîskarê Ermenî Murad Mihçi êrîşên dawî yên li dijî dêrên Ermenî û Waqfa Hrand Dînk nirxand.    HEMAN KONSEPT DI MERIYETÊ DE YE   Nivîskar Mihci, anî ziman ku êrîş û gefên li dijî dêr û nirxên ermeniyan di her serdemê de berdewam dike û wiha got: "Berê jî li dibistana Ermeniyan a ku Hrant Dink lê perwerde bûbu, nivîsên nifrînê hatibû nivîsîn. Lê faîlên wan êrîşan nehat dîtin û nehatin darizandin. Peyamên gefa kuştinê ku li dijî Waqfê hatin kirin jî berdewama heman ferasetê ye. Beriya ku Hrant Dink bê kuştin heman gef û êrîş hebûn. Niha heman konsept di meriyetê de ye.    GOTINA ERDOGAN A ‘BERMAHIYÊN ŞÛR' RÊ LI PÊŞ ÊRÎŞAN VEKIR    Mihçi, bal kişand ser gotina Erdogan a "Li nava welatê me her çend hêjmara wan kêm bûbe jî dîsa em destûr nadin çalakiyên terorîstên bermahiyên şûr" û wiha got: "Piştî vê gotinê, kesên xwedî hişmendiya êrîşkar, bêtir hesan tev digerin. Di heman demê de kesên erîş dikin serbest tên berdan. Ev di heman demê de bû cewherê pergala edaleta Tirkiyeyê. Em meraq dikin ku gelo êrîşên li dijî dêrên ermeniyan û cemxameyên elewiyan dê heta ku biçe. Ev polîtîkayên dijminantiyê ne. Bi van polîtîkayên dijminantiyê hemûna xwe berdewam dikin. Mirovên xwedî fikrên azad, ermenî û ez jî di navde dem bi dem peyamên bi vî rengî ji wan re tên şandin. Ji bo Waqfa Hrant Dink jî berê wî jî heman feraset hebû û ev berdewama wê ye. Divê ev peyam rast û baş bên xwendin. Diwazin ermeniyan bitirsînin û bişînin dervê welat."   TÊKOŞÎNA HEVPAR PÊWIST E   Mihçi, herî dawî anî ziman ku piştî 1915’an hêjmara wan gelek kêm bû û wiha got: "Em gelê vir ên herî qedîm in. Em ê bi înad rastiyan bêjin. Ji bo em di nava civakê de aştiyê pêş bixin emê têbikoşin. Em ê li gel hevalên xwe yên Waqfa Hrant Dink li pey parastina fikrên azad bin. Em û mirovên ji bo fikrên azad têdikoşin, bi hevre tekoşîna xwe berdewam bikin. Ev êrîş nikarin me bitirsînin. Nikarin bi me gavan paşve bidin avêtin. Dijberî vê yekê em ê bêtir bi hevre têbikoşin."