Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin 2020-05-30 15:56:24   ÎZMÎR – Endamên ÎHD’ê, pirsa faîlên Bahrî Budak û neviyê wî yê 14 salî Metîn Budak ên di sala 94’an de li Licê hatin windakirin û piştî bi salan hestiyê wan hatin dîtin, kirin.    Endamên Şaxa Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê, çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a her heftê li pêş Sumerbankê lidar dixist, ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) bi rêya onlinê ya medya civakî daxuyanî dan. Endamên ÎHD’ê, vê heftê pirsa  faîlên Bahrî Budak 61 salî û neviyê wî yê 14 salî Metîn Budak ên di sala 94’an de li  Gundê Yalimli yê Navçeya Licê ya Amedê hatin windakirin û piştî bi salan hestiyê wan hatin dîtin, kirin û edalet xwestin.   Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Caner Canli çîroka bapir û neviyê wî xwend û wiha got: “Gundê Yalimli yê Licê di sala 1994’an de bi hinceta ewlekariyê bi zorê hat valekirin. Piştî valekirina gund, Bahrî Bûdak bi neviyê xwe yê 14 salî Metîn Budak re, di 28’ê Gulana 1994’an de diçin baxçeyên xwe mêze bikin. Lê carek din agahî ji wan nayê girtin. Malbat li ser vê yekê serî li hemû sazî û dezgehên dewletê didin. Ligel vê jî malbat tu encamê bi dest naxe. Malbat ji ber vê dosyeyê di sala 2001’an de dişîne Dadgeha Mafê Mirovan a Awropa (DMME) yê. Abdulbakî Bûdak ê di 1’ê Gulan 2005’an de li derdora gund pezê xwe diçêrîne, li ber robarek kevin dibin axê de hin parçeyên hetiyan, alav û kincan dibîne. Malbata ku li parçeyên alav û kincan mêze kirin, tespît dikin ev ev kinc û alav ên bapîr û neviyê wî ne.”   Canli, da zanîn ku bi vî awayî hestiyê bapîr û neviyê wî tên dîtin û wiha got: “Bihûrîna demê sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin tuneye. Divê winda bên dîtin û faîl bên darizandin. Emê tu carî dest ji vê têkoşîna xwe bernedin.”