Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin 2020-05-30 15:48:58   MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdinê girtin û binçavkirina jinan şermezar kir û got: "Bi hevkariya îqtîdar û darazê sazî, partî û kesên muxalîf hedef tên nîşandan û ev tişt tê wateya binpêkitina qanûnan. Em dibêjin têkoşîna jinan nayê darizandin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."   Bertek û nerazibûnên li dijî binçavkirin û girtina jinan zêde dibe. Piştî polîsan bi ser komeleya Rosa de girt û gelek rêveberên wê binçavkirin û girtin, bertek û nerazibûnên rêxistinên jinan didomin. Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê, binçavkirin û grtina aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), siyasetmedar û endam û rêveberê Komeleya Jinan a Rosayê şermezar kir û xwest jinên hatin girtin bên berdan. Platformê li avahiya Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Mêrdînê daxuyanî dan. Endama platformê Aysel Erol daxuyanî xwend û destnîşan kir ku Tirkiyê niha ji bo xebatkarên saziyên sivîl, aktîvîstên mafên mirovan, rojnameger, siyasetmedar û ji bo muxalîfan bûye girtîgehek. Aysel Erol,  destnîşan kir ku hemû muxalîf tên binçavkirin û girtin û got: "Hemû sazî, partî û kesên muxalîf bi hevkariya daraz û hikûmetê dibin hedef. Xebat û çalakiyên wan tên krîmînalîze kirin û tên qedexekirin."   Aysel Erol, anî ziman ku îqtîdara AKP'ê niha qanûnên ku heyî binpêdike û wiha dom kir: "Li dijî pêkanînên wisa jin dê têkoşîna xwe bidomînin. Jinan dê bêtir têkoşîna xwe mezin bikin. Em êrîşa li hemberî Komeleya Jinan a Rosayê şermezar dikin. Em piştgiriyê didin xebatên komeleyê. Têkoşîna jinan nayê darizandin û em li hemberî zextan serî natewînin."