Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin 2020-05-30 15:20:17   MÛŞ - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mûşê, girtina siyasetmedar, aktîvîstên TJA'yê, endam û rêveberên Komeleya Rosa şermezar kirin û gotin: "Li dijî polîtîkayên zayendperest a AKP'ê bêdeng namînin û dê têkoşîna xwe bidomînin."   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê ji bo balê bikişinê ser girtina siyasetmedar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad, endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Mûşê hat dayîn û parlamenter Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Şevîn Coşkun û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Gulîstan Kiliç Koçyîgît ve hat dayîn.   Gulîstan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser îqtîdara AKP'ê û got: "Ji roja destpêke heta îro îqtîdara AKP'ê polîtîkayên zext û zordariyê xistiye meriyetê. Em jî li dijî polîtîkayên bi vî rengî têdikoşin. Her wiha di vê pêvajoya niha de jî têkoşîna jinan a ji bo azadiyê dibe hedefa AKP'ê."   Gulîstan, diyar kir ku li hemberî şaredariyên HDP'ê qeyûm hatin tayînkirin û wiha axivî: "Pratîka qeyûma a yekem jî bû girtina midûriyeta polîtikayên jinan û girtina stargehên jinan bû. Bi taybetî li Kurdistanê li hemberî destkeftiyên jinan êrîşek hat destpêkirin. Dixwazin hemû destkeftiyan xesp bikin. Lê em jin bê navber têkoşîna xwe didin meşandin. Bi taybetî jî li Amedê piştî tayînkirina qeyûman sazî û dezgehên jinan hatin girtin. Ev li bajêr valatiyeke mezin pêk anî. Li dijî valatiyê Komeya Jinan a Rosayê hat vekirin. Lê di rojên borî de polîsan bi ser komeleyê de girtin û aktivîst û seroka komeleyê binçavkirin û piştre jî girtin."   Gulîstan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xebatên Komeleya Jinan a Rosayê û wiha bi lêv kir: "Komeleya Jinan a Rosa ne tenê ji bo Amedê ji bo hemû jinên li herêmê di nava diyalogê de bû. Her wiha komele bi komeleyê dewletê re jî dixebitî. Lê bi hincetên vala û bi gotinên îtîrafkaran endam û rêveberên komeleyê hatin girtin. Em tu carî li hemberî polîtîkayên zayendperest bêdeng namînin. Em tu carî paşve gav navêjin."