Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin 2020-05-30 14:46:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên TSK'ê yên şer li herêma Behdînanê bombe barandin. Di bombekirinê de kur û bav hatin kuştin.      Balafirên şer TSK'ê saet di 10:00’an de li nêzî çiyayê Kurejehro ya ser bi navçeya Şêladiz ya Dihokê bombebaran kirin. Di bomberdûmanê de, bav û kur hatin qetilkirin. Çavkaniyên herêmî agahî  dan û diyar kirin ku di bombekirina balafirên şer ên TSK'ê de Celal Nuredîn Mihyedîn û kurê wî Ehmed Celal jiyana xwe ji dest dane. Bav û kurên hatin kuştin welatiyên bajarokê Dêrelok a Dihokê ne.   Roja 28’ê Gulanê di seatên êvarê de gundên girdayî herêma Bradostê hate topbarankirin, agir bi zeviyan ket. Heman rojê di seatên sibehê de gundên Sinyan û Bindêwanyan yên li herêma Bradostê û Xakûrkê ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin, elektirîka herdu gundan hatibû qutkirin. Di êrîşa hewayî ya ku roja 26’ê Gulanê de ku li gundê Sefre ya girêdayî bajarokê Mawata ya Silêmaniyê de du endamên YRK a Rojhilatê Kurdistanê û sê sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.