Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin 2020-05-30 14:37:56 RIHA - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Rihayê, girtina endamên Komeleya Jinan a Rosa şermezar kir û çalakiya rûniştinê li dar xistin.  Piştî 9 endam û rêveberên Komeleya Rosa  hatin girtin çalakî didomin. Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Rihayê, li dijî girtina endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa çalakî li dar xistin. Endam û rêveberên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Rihayê li pêş avahiya HDP'ê kom bûn û daxuyanî dan. Jinan di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Polîsan xwest kesan di GBT'ê re derbas bikin û bi kamerayan qeydê wan girtin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, beşdarî daxuyaniyê bû. Jinan di çalakiyê de pankarta “Têkoşîna jinan nayê darizandin" vekirin û  wêneyên jinên hatine girtin rakirin. Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, anî ziman ku di bin çavan de pirsên girêdayî Gulistan Doku û pergala Hevserokatiyê pirsîne û wiha got: “Em carek din dubare dipirsin Gulistan Doku li ku ye? Pergala Hevserokatiyê xeta me ya Xemrî ye."    ‘HEVALÊN ME SERBEST BERDIN'   Ayşe Surucu, serdegirtina polîsan a avahiya HDP'ê ya Êlihê jî şermezar kir û wiha lê zêd kir: “Em li vir bang dikin. Bi lez hevalên me serbest berdin. Dest ji perçekirina siyaseta demokratîk berdin. Dest ji êrîşa pergala hevserokatiyê û rêxistinên jinan berdin. Beriya Cejnê li Amedê 18 kes hatin binçavkirin û 12 jin bûn. Di vê êrîşê de Komeleya Jinan a Rosa kirin hedefa xwe. Bi ser komele û malên hevalên me de girtin. Em van êrîş û binçavkirinan lanet dikin. Piştî van binçavkirin û girtinan rayedarên dewletê gotin 'Me operasyonek serkeftî li dar xistiye' Ev operasyona wan li dijî destkeftiyên jinan e. Em wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê dê têkoşîna xwe berhdewam bikin. Bila bi lez hevalên me yên hatin girtin bên berdan."    Jinan piştî daxuyanî dan 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin û dawî li çalakiyê anîn.