Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin 2020-05-30 14:12:07 NAVENDA NÛÇEYAN - CÎSST'ê der barê 77 girtîgehan de raporek amade kir û destnîşan kir ku li dijî şewba Covît-19 li girtîgehan tedbîrên girîng hêj nehatin girtin û pirsgirêkên girtiyan didomin. Komeleya Civaka Sîvîl a Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST), der barê 77 girtîgehan de raporek amadekir. Rapor li ser serlêdanên ku di 13'yê û 29'ê Gulanê de hatine kirin hat amadekirin. Di raporê de li ser rewşa girtîgehê û îhlalkirina mafên girtiyan hat rewestandin. Di raporê de hat diyar kirin ku koxûş gelek qelebalixin û wiha hat gotin: "Cihê ku girtî êdî razên nîne. Ji ber vê jî nikarin mesafeya civakî jî biparêzin. Di dema xwarinê de jî gelek girtî bi hev re xwarinê dixwin. Di raporê de binpêkirina mafên girtiyan wiha hatin rêzkirin;   “*Di destpêka şewbê de girtîgeh dem bi demî bi pergalî dihatin dezenfektekirin, lê niha dezenfektekirin kêm bûye,   *Li hin girtîgehan tenê dora girtîgehê tên dezenfektekirin, lê cihên ku girtî bikartînin nayên dezenfektekirin,   *Girtîgehên ku li korîdorên xwe amûrên dezenfekteyê danîne gelek kêm in,   *Karmendên parastinê yên înfazê yên ku di bin karantînayê de bûn li gorî rêzikan tevnegeriyan û bi girtî û personelên din re têkiliyên xwe qut nekirin,   *Li hin girtîgehan karmendên parastinê yên înfazê rêzikên mesafeya civakî binpêkirin,   *Hin girtîgehan ji ber ku hejmara baceyan kêm in baş nehatin hewadarkirin,   *Amûrên dezenfektanê li kantînê bi 10 û 45 TL hatin firotin,   *Li hin girtîgehan xwaringeh baş nehatin paqijkirin,   *Li xwaringehan dema xwarin dihatin girtin mesafeya civakî nehitan girtin,   *Li hin girtîgehan amûrên paqijiyê dihatin dayîn lê li hin girtîgehan jî bi pere hatin dayîn,   *Li hîn girtîgehan girtî di dema hevdîtina bi telefonê re xwe digihandin amûrên dezenfekteyê,   *Li hin girtîgehan ji bo girtiyan maske nehitan belavkirin, an jî di nava rojê de tenê maskeyek dihat dayîn, an jî ji bo kesên ku dê telefonê de biaxifin re maske hatin dayîn,   *Li hin girtîgehan maske bi pere hatin dayîn,   *Girtiyên ku rewşa wan a aboriyê nebaş bûn nekarin sûdê ji malzemeyên paqijiyê bigirin,   *Li hin girtîgehan kolonya û hilberînên ku bi alkol nehatin dayîn,   *Li gelek tuvaletan amûrên dezenfekteyê nehatin dayîn,   *Cihên serşûştinê nehatin paqijkirin û dezenfektekirin,   *Cihê destşûştinê li hin girtîgehan kêm in,   *Gelek caran av nehatin dayîn, an jî ava germ jî dem bi demî hat dayîn.   *Li girtîgehên vekirî ji ber ku destûr hatibûn dayîn di belavkirina xwarinê de pirsgirêk hatin jiyin. Li girtîgehên girtî jî xwarin bêqelîte û ne paqij hatin belavkirin,   *Li hin girtîgehan tenê xwarinên konserve û çorbeyên amade hatin belavkirin. Ji ber xwarinên konserveyê gelek girtî bi pirsgirêkan re rûbirû man,   *Li hin girtîgehan ji ber vîrûsê kirina sebzeyan hatin qedexekirin,   *Ji ber van tiştan girtî hewcedariya xwe ya xwarinê pêk neanînin û bi pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû man,   *Li gelek girtîgehan xwarina diyetê nehatin belavkirin, ji bo girtiyan vîtamîn nehatin dayîn.   *Di meha remezanê de ji bo girtiyên ku rojî nedigirtin ji bilî fitar û paşivê xwarin nehatin dayîn,   *Ji bo girtiyên temen mezin, nexweş û yên grûba bi rîsk tedbîr nehatin girtin, malzemeyên paqijiyê û maske nehatin dayîn,   *Li hin girtîgehan bijîşk bi pergalî neçûn revîran,   *Li hin girtîgehan girtî nebirin revîrê tenê li ber derê koxûşê pirsgirêkên wan hatin guhdarkirin. Girtiyen ku biçin revîrê jî nekarin dermanên xwe bigirin,   *Girtiyên nexweşên kronîk heyî sewqê nexweşxaneyan nehatin kirin û raporên wan nehatin nûkirin,   *Sewqa girtiyên nexweş nehatin kirin û tedawiyên wan hatin rawestandin,   *Dema ku girtî ji nexweşxaneyê dihatin 14 rojan di bin karantînayê de bi tena serê xwe diman, ji ber vê jî gelek girtiyên rewşa wan xetere nexwestin biçin nexweşxaneyan,   *Li hin girtîgehan muameleyên nebaş û zextên psîkolojîk hatin pêşxistin,   *Li hin girtîgehan name û daxwazname şandin hatin qedexekirin. Nameyên ku hatin jî nedan girtiyan,   *Li hin girtîgehan rojname nehatin dayîn, li hîn girtîgeh jî bi sînor rojname li girtiyan belavkir,   *Ji ber ku hejmara telefonan kêm bûn, rêza li ber telefonê gelek dirêj dibin,   * Girtiyên ku cezayê muebeta giran girtî nikarin bi malbatên xwe hevdîtinê bikin û her wiha di pêvajoya pandemiyê de jî mafê axaftina bi telefonê jî nehatin zêdekirin,   *Ji bo dayikên ku bi zarokên xwe li girtîgehê mane re jî tedbîrên ber biçav nehatin girtin."