28 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 2020-05-29 19:51:27     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 28 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 489.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.     Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 141 kesên din jî bi şewbê ketine û 28 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 162 hezar û 120 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 489.