Bi roketê êrîşî înşeata kalekolê kirin 2020-05-29 15:10:06   ŞIRNEX – Hat diyar kirin ku bi roketê êrîşî makîneya kar a di înşeat kalekola herêma Çiyayê Cûdî de dihat xebitandin kirin û makîne rûxiye.    Li çoltera gundê Nerex a Çiyayê Cûdî ya Şirnexê, duh bi roketê êrîşî makînaya kar a di înşeat kalekola li herêma Çiyayê Cûdî tê avakkirin, kirin. Di bûyera li qada Sefînê rû da de, makîneya kar rûxiya. Operasyona leşkerî ya ji ber vê bûyerê hat dest pê kirin, dewam dike.