Rapora Girtîgeha Sîlîvriyê: Haletên koronayê zêde ne, tevdîr kêm in 2020-05-29 14:40:27 ENQERE - Parêzvanên mafên mirovan, malbatên girtiyan û hiqûqnasan li ser Girtîgeha Sîlîvriyê raporek amade kir. Di raporê de hat ragihandin ku li girtîgehê zêdeyî 100 nexweşên bi vîrûsê ketine hene, lê tevdîr kêm in. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD); Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), têkildarî serdana 22'yê Gulanê ya li Girtîgeha Sîlîvriyê raporek amade kirin.   107 KES NEXWEŞ KETINE, 15 KOXÛŞ DI KARANTÎNAYÊ DE NE   Di raporê de hat ragihandin ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Hejmara 7 a Sîlîvriyê, bi 5 girtiyan re hatiye axaftin û hatiye gotin, li koxûşekê 38 kes tên hiştin û pirsgirêkên kuxikê hene.   Di raporê de hat gotin ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 7'an 15 koxûş di karantînayê de ne û 107 girtî jî bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketine.   TEVDÎR KÊM IN   Di raporê de hat diyarkirin ku girtî nikarin bi hêsanî malzemeyên paqijiyê yên şexsî peyda bikin û girtî 2 meh in dernaxînin revîreyê, rojnameyan jî nadin wan.   Di raporê de hat zanîn ku hin gardiyan maske û lepikan bi kar naynin, dermankirin û dezenfektekirin jî bi têrkerî nehatiye kirin, guhertina qawîşan kiriye ku vîrûs belav bibe û nikarin xwe bigihînin doktoran.   Di raporê de wiha hat gotin: "M.F.Ç. û A.K. ji roja ku hatine girtin 80 roj in li hucreya yek kesî tên hiştin" û parêzer jî nikarin bi hêsanî hevdîtinê bi muwekîlan re bikin."   DIVÊ GIRTÎ WERIN BERDAN   Di raporê de hate gotin rewşa stokê ya li kantînan kêm e û tiştên divê bên kirin destnîşan kir. Di raporê de hat xwestin kelûpelên paqijiyê radestî girtiyan bên kirin, bi têrkerî paqijî bê kirin, girtiyên nexweş, extiyar, bi zarok û ducanî bên berdan, pêşniyarên TTB'ê li ber çavan bên girtin û raya giştî bê agahdarkirin.