MMO: HES'ên li Zilanê tên avakirin polîtîkaya bê bîr hiştinê ye 2020-05-29 14:39:45 AMED - Sekreterê Şaxa Odeya MMO ya Amedê Serdar Işik, têkildarî projeya HES'ê ya ku li Geliyê Zilan tê avakirin diyar kir ku ev projeya bê nasnamehiştin û bê bîr hiştinê ye.    Şaxa Odeya Endezyarên Makinayan (MMO) ya Amedê têkildarî projeya HES'ê ku li Geliyê Ziyan tê neşandin daxuyanî da.  Sekreterê Şaxa Odeya MMO ya Amedê Serdar Işik, diyar kir ku hikûmet bi vê polîtîkayê dixwaze herêmê bê bîr, bê nasname bihêle û talan û wêran bike. Işik, anî ziman ku Geliyê Zîlan ji bo gelê Kurd herêmek gelek bi wate ye û wiha got: "Dixwazin cihê wekî Geliyê Zilan bê nasname û bê bîr bihêlin. Dixwazin bîra civakê li wir zuha bikin. Işik, bal kişand ser biryara Dadgeha Şewirê ya 2014’an û wiha lê zêde kir: "Dadgeha Şewirê di sala 2014'an de biryara rawestandina projeyê dabû. Santrala ku li Geliyê Zîlan bê avakirin, li dervê aqilan e.    Dîsa bendava li Heskifê tê avakirin jî bi heman armancê ye. Ji xeynî enerjiyê gelek armancên wê dên dîtir hene. Armanca sereke çawa rantê pêşkêşî hevkarên xwe bikin. HES'ên li herêmê tên avakirin, li gel warên dîrokî û çandî, warên xwezayî û ekolojîk jî talan û wêran dikin. Ev projeya HES'ê zerarek mezin dide berhem û bermahiyên dîrokî, çandî, xwezayî û ekolojîk. Divê demek berî demekê dawî li van projenên HES'ê bînin.