Li ber girtîgehê daxuyanî: Qada jiyana girtiyan teng kirin 2020-05-29 14:35:55 RIHA - Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan, li ber Girtîgeha Rihayê têkildarî binpêkirinên mafan ên di girtîgehê tên jiyîn de daxuyanî da û got: “Di pêvajoya şewbê de, qada jiyana girtiyan teng kirin.” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, li ber Girtîgeha Tîpa T a Rihayê, derbarê binpêkirinên mafan ên di girtîgehê tê jiyîn de daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu beşdarî daxuyaniyê bûn. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di pêvajoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de, zextên li ser girtiyan zêde bûn. Di girtîgehan de mafê mirovan tune tên hesibandin.”    ‘ÊRÎŞ BEYHÛDENE’   Ocalan, diyar kir ku di girtîgehan de bi hinceta şewba vîrûsê qadên jiyana girtiyan teng kirin û wiha bilêv kir: “Rejîmek dîktator hemû mafê girtiyan xesp dike. Her roj zarokên gelê kurd digre û davêje girtîgehan. Neviyên van mirovan wê sibe dîsa têkoşîna xwe dewam bikin. Bi sedsalane gelê kurd ji bo mafên xwe têdikoşin. Niha gelê me û partiya me dibin zext û êrîşên mezin dene. HDP vîna gelê kurde. Çi dikin bila bikin, wê nekarin vîna gel tasfiye bikin. Ev hemû nêzîkatiyên wan beyhudene. Divê dewlet êdî dijminantiya xwe ya li dijî gelê kurd bi dawî bike. Ji ber ku dawiya vê yekê tuneye.”    Ocalan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dibin navê razemeniya aboriyê de, li bajarên kurdan girtîgehan çêdikin û vê jî weke mîzgînî didin gelê kurd. Ji bo kurdan girtîgehan çêdikin. Em li vê derêne û em ê heya dawiyê bi gelê xwe re têkoşîna xwe dewam bikin.”