Platforma Jinan a Enqereyê: Em ê bîat nekin 2020-05-29 14:31:35 ENQERE – Platforma Jinan a Enqereyê, bertek nîşanî operasyona li dijî TJA û Komeleya Rosayê da û ev tişt got: “Bêyî ku ser bitewînin em ê têkoşîna aştî û azadiyê bilind bikin.”   Platforma Jinan a Enqereyê, li Mor Mekanê, bi civîneke çapemeniyê bertek nîşanî operasyona li dijî rêveber û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Rosayê ku di encamê de 9 jin hatibûn girtin, da. Di civînê de pankarta “Têkoşîna Jinan nayê darizandin” hat vekirin û endama platformê Bûse Uçer axivî.   ARMANC ÇEWISANDINA JINAN E   Uçer, bi bîr xist ku di operasyonê de bêyî ku parezerên Komeleya Jinan a Rosayê bên agahdarkirin, ewraqên wan ên fermî hatine desteserkirin û wiha got: “Agahî û belgenameyên ku ji bo parastina jinên tundî li wan hatine kirin, hatine girtin, ji aliyê polisên ku serdegirtinê pêk anîne ve ketine talûkeyê. Bi binçavkirin û girtinê tê xwestin ku jin bên çewisandin. Xebatên saziyeke jin ên ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinê weke sûc hatine hesibandin.”   LI ŞÛNA JINA KUJERAN LÊPIRSÎN BIKIN   Di berdewamê de Uçer, bal kişand ser pirsên ku di bin çavan de ji jinan hatine pirsîn û ev tişt anî ziman: “Divê kesên ku 8’ê Adarê krîmînalîze dikin, zanibin ku weke li hemû dinyaye wê li vê axê jî jin di 8’ê adaran de hebûna xwe ya li qadan berdewam bikin. Bi israr û biryardarî dibêjin ku em jin wê qet dev ji parastina mafên xwe bernedin û li dijî newekheviyê têkoşîna xwe bidomînin. Em li dijî siyaseta zilambûnê temsiliyeta wekhev û hevserokatî weke deskeftî dibînin. Li şûna kesên ku aştiyê dixwazin divê hûn şerxwaz, çete û kujeran lêpirsîn bikin. Tekoşîna jinê nayê darizandin. Wê jin bêdeng nebin û îtaet nekin.”