'Em ê li kuçeyan li hemberî yektîpiyê li ber xwe bidin’ 2017-12-26 09:49:41 STENBOL – Berdevka Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ) Umran Yurdayol ji bo ferzkirina sepana “kincên yektîpî” wiha got: “Em ê li kuçeyan , li hemberî ferzkirina kincên yektîpî li ber xwe bidin, em ê teslîm nebin.”  Berdevka Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ) Umran Yurdayol , li dijî sepana mecbûriyeta kincên yektîpî ku bi KHK’a Jimare 696’an ket meriyete bertek nîşan da. Yurdayol destnîşan kir ku îktîdar ji bo girtiyan teslîm wergire ferzkirina kincên yektîpî qanûnî kiriye û ev ferzkirin tenê ne li hemberî girtiyan, li hemberî hemû civakê ye. Yurdayol wiha got: “Em li gel zarok, dayik, bavên xwe yên ku daxuyandin ew ê van kincan li xwe nekin.”   'DIXWAZIN CIVAKÊ TESLÎM BIGIRIN’    Yurdayol, diyar kir ku wê girtî li girtîgehan li hemberî vê pêkanînê bitêkoşin û ew ê jî li derve bi çalakiyan piştevaniya wan bikin û wiha domand: “Çawa ku di salên 1980’yî de girtiyan ferzkirina kincên yektîpî çirandin û avêtin, wê dîsa heman tiştî bikin. Em ê jî tev bigerin da civak li hemberî vê bi hesas tev bigere. Îktîdar bi van polîtîkayan dixwaze civakê teslîm werbigire.” Yurdayol bi lêv kir ku ferzkirina kincên yektîpî berdewamiya ferzkirina yek ziman, yek ala, yek dewleyê ye û bi vê ferzkirinê tê xwestin ku civak bêdeng bibe. Yurdayol wiha got: “Em ê li kuçeyan , li hemberî ferzkirina kincên yektîpî li ber xwe bidin, em ê teslîm nebin.”    Endama TDÎ’yê Gulsev Kaya jî destnîşan kir ku îktîdar bi vî hawî hel dide ku hemû reng, bawerî û dewlemeniyên wan li rengekî bar bike û di nav dîwarên betonî de asê bike. Kaya anî ziman ku bi yektîpîyê tunekirina dewlemendiya civakê tê xwestin , lê belê çawa ku ev yek di salên 1980’yî de pêk nehat wê niha jî wisa be. Kaya, diyar kir ku di 90 salên Komara Tirkiyeyê de ew bi mînakên bi vî rengî re pir rû bi rû mane, lê belê ew tu carî teslîm nebûne. Kaya dest nîşan kir ku ew ê li kuçeyan li dijî vê sepandina yektîpî derkevin û ev tişt gotin: “Ji daxuyaniyên girtiyan jî diyar e ku, wê ev yek xwe bi xwe xwe mehkûm bike. Ew ê bitêkoşin û teslîm nebin.”