Girtiyên li Antalyayê bang kirin: Bila raya giştî dengê me bibihîze 2017-12-26 09:48:49 ÎZMÎR – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê diyar kirin ku pêkûtiyên dijdemokratîk serê xwe hildane û her diçe zêdetir dibin. Girtiyan bang li raya giştî kir ku di vî warî de bi hesas tev bigerin. Girtiyan got ku pirtûka nivîskar Firat Can a bi navê "Umuda Bir Ülke" bi hinceta “qedexeya pirtûkan” û pirtûka “Mavi Ülke" jî bi hinceta “propaganda”yê hatine desteserkirin.  Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê bi riya xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Devrîm Ayik ê ji 6’ê Cotmeha 2015’an ve girtiye nameyek ji raia giştî, çapemeniyê û rêxistinên civaka sivîl re şandin û di nameyê de balê kişandin ser binpêkirina mafan. Girtiyan di nameyê de binpêkirinên mafan ên ji 15'ê Tîrmehê ve rû didin rêz kirine. Her wiha girtiyan aşkere kir ku pirtûkên nivîskar Firat Can bi hinceta “qedexeya pirtûkê" û bi hinceta "propagandayê" ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehatine dayîn û di avêtina ser qawîşê de hatine desteserkirin. Girtiyan ragihand ku pirtûkên dersê nadin xwendekarên zanîngehê û ji ber stirîne û govend gerandine cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn.    Nameya ku girtiyan şand wiha ye:   "Ji çapemenî, raya giştî û saziyên civaka sivîl re;   Li tevahiya girtîgehên Tirkiyê û bi taybetî jî li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, em girtî û hikûmxwarên siyasî bi awayekî fizîkî ji jiyanê hatine îzolekirin û bandora derûnî û civakiyî ya vê rewşê li holê ye. Piştî 15’ê Tîrmehê şûn ve mafê me yên dihatin astengkirin bêtirin hatin astengkirin. Em bang li hemû saziyên eleqedar dikin ku li dijî van pêkanînên dijdemokratîk derkevin û bi awayekî hesas tev bigerin.    Heke saziya me ya hêja van binpêkirinên mafan têxe rojeva xwe û di vî warî de ji bo tevgerîneke hesas xwe bide der û bê ragihandin xebatên ji aliyê saziyên eleqedar ve ji bo me girîng in. Em bawer dikin ku hûn ê di vî warî de tev bigerin.    Mafên me yên li girtîgehê tên astengkirin ev in:    * Çûyîna nexweşxaneyan û revîrê qet pêk nayê. Yên diçin jî,piştî demeke dirêj şûnde wan dibin. Mafê tenduristî û xwegihandina derfetên dermankirinê hema bêje nepêkan e.   * Bersiva daxwaznameyên girtî û hikûmwxaran nagihên me. Îdianameyên der barê girtiyan de tên amadekirin ji ber ku di dema wan de nadin, mafê me yê parastinê tê sînorkirin û ji holê tê rakirin.    * Mafê hevdîtina telefonê 15 rojan carekê ye û ew jî 10 deqîqe ye. Heke hejmara lê tê gerîn meşgûl an jî girtî be, ne pêkan e ku tu careke din bigerî. Name di dema xwe de nayên şandin. Mafê me yê ragihandinê tê astengkirin.    * Pirtûkên ji me re tên nadin me. Pirtûkên ji aliyê malbatan ve tên şandin li gel der barê wan de biryareke komkirinê û qedexeyê tune ye jî, ji aliyê girtîgehê ve nayê qebûlkirin. Mafê me yê xwendin û xwegihandina zanyariyan tê astengkirin.    * Pirtûkên xwendekarên zanîngehê nadin wan. Mafê ezmûnan tê astengkirin. Mafê perwerdeh, û hinkariyê yê xwendekaran bi temamî hatiye binpêkirin.    * Hevdîtina li gel malbatan ji 40 deqîqeyan daxistine 30 deqîqeyan. Hevdîtina vekirî ya mehê carekê bû, niha du mehan carekê ye û her wiha ji bilî xizman mafê me yê serdêran ê bi 3 kesan r eheye, lê belê ew jî tê astengkirin.    * Hemû alavên pêdivî û jiyanî nadin me û tên astengkirin.    * Kapasîteyên qawîşan tije bûne û paqijkirin hawirdorê ji holê hatiye rakirin. Ev rewş rê li ber nexweşînên cuda vedike. Her tim ji hewşa me bêhn tê û ji bo ev bêhn bi dawî bibe tu xebatek nayê kirin.     Kişisel temizlik malzemeleri yanında traş makinesi, cımbız, bıyık makası gibi zorunlu olan araçlara da izin verilmemektedir. Özel temizlik ihtiyacımızı gidereceğimiz malzemeler kısıtlanmaktadır.    * Ji çend mehan carek çalakiyên me yên wek şano, skeç, muzîk û çandiyî tên astengkirin. Ji ber sitranên em dibêjin û govendê digerînin, der barê me de lêpirsînên dîsîplînê hatine vekirin. Mafê me yê qada futbolê û hevdîtina telefonê ji ber lêpirsînên der barê me de didin destpêkirin tên astengkirin.    * Lêgerîna odeyan roja mafê me yê çûyîna qada futbolê pêk tê. Werzîşa me zû xelas dikin. Lêgerîna li odeyan bi awayekî ku davêjin ser qawîşan de pêk tê. Kel û pelên me tên belavkirin. Dest datînin ser hin kel û pelên me.   * Nivîskar Firat Canê di qawîşa me de du pirtûk di girtîgehê de nivîsand û hatin weşandin. Pirtûka wî ya bi navê “Umuda Bir Ülke" di 19’ê Tîrmehê de hat weşandin û li gelek fuarên pirtûkan hat firotin. Ev pirtûk bi hinceta “qedexeya pirtûkan” nadin nivîskar Can. Her çi qas nivîskar ji bo vê serîlêdan pêk anîn jî lê bersiv nehat dayîn. Di avêtineke ser qawîşê de pirtûka nivîskar Can "Mavi Ülke" a di 2013’an de hat weşandin bi hinceta “propagandayê dike" hat desteserkirin. Niha her du pirtûkên nivîskar jî nadinê. Wek dema Qirneya Navîn pêkanîna qedexekirina pirtûkan anîne.    Ev pirsgirêkên me nivîsandin hine jê ne. Divê ev xalên me rêz kirine di çarçoveya mafên mirovan de esas bên girtin, têkevin rojeva raya demokratîk û raya giştî, da kêliyekê be jî hesasiyetekê bide der. Em bawer dikin ku wê saziya me di vî warî de bi hesasî tev bigere. Serkeftin.   Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa L a Antalya.”