Polîsan kesên li pêş AKP'ê çalakî li dar xistin binçav kirin 2020-05-28 17:28:42   STENBOL - Polîsan 2 kesên ku ji bo piştgiriyê bide Prz. Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di greva birçîbûnê de ne li pêş avahiya AKP'ê ya Stenbolê çalakî li dar xistin, binçav kirin.      Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ji bo darizandina bi edalet, ji 5'ê Nîsanê heta niha di greva birçîbûnê de ne. 2 kesan, ji bo piştgiriyê bidin parêzeran û balê bikişîne ser çalakiya wan, li ber avahiya AKP'ê ya Stenbolê çalakî li dar xistin. Polîsan mudaxaleyî wan kir û herdu kes binçav kirin.