Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû 2020-05-28 16:07:02 AMED – Setek pirtûkan a “Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê” ku ji 4 cîldan pêk tê hat çapkirin. Di pirtûkan de 915 gotinên stran û analîzên notayên wan cih digirin.     Kurdisches Musik –und Kulturerbe E.V. (KMK) û Deutsch Kurdisches Kultur Institut setek ji 4 pirtûkên “Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê (Rîtmîk)” pêk tê çap kir. Berhevkarî û deşîfreya tekstan hunermend Cewad Merwanî kiriye. Di seta pirtûkan de 915 gotinên stranan û notayên wan hene.   Cara yekemîn e stranên dengbêjan ên serbest hatine notekirin. Her stran di warê akademîk de analîza hatiye kirin ango meqamê (hawê) stranan, terzê stranan ên rîtmîk jî pîvan û ûsûlên stranan yek bi yek hatiye nivîsîn.   Pisporê muzîkê (muzîkolog) Weysî Varli deşîfrasyona duyem, kontrol, sererastkirin û analîzên stranan kiriye. Nivîskar Serwet Denîz di warê ziman de redaksiyonê kiriye. Deşîfrasyona yekem a gotinên stranan (notasyon) jî Evren Koç û Şiyar Ayaz kirine. Nivîskar Mehmet Çakmak jî edîtoriya setê kiriye.   PIŞTÎ BERHEVKARIYÊ DI 8 SALAN DE ÇAP BÛ   Weysî Varli anî ziman ku hunermend Cewad Merwanî beriya 8 salan berhavkariya van stranan ji wî re şandiye û wan jî wek lîjneyek di nava 8 salan de vê xebatê bi dawî kirine.   EWIL JI BO EWROPA HATIN ÇAPKIRIN   Seta van pirtûkan li Stenbolê hat çapkirin û ewil ji bo Ewropayê hatiye çapkirin û hatine şandin. Her wiha Weysî Varli diyar kir ku seta van pirtûkan li Amedê jî li rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên medyayê belav kirine. Varli got seta pirtûka ji bo Tirkiyê û Kurdistanê dê di siberojê de werin çapkirin û li pirtûkfiroşan werin belavkirin. Varli dibêje xebatek girîng e û ew ê xebatên xwe yên bi vî awayî dê bidomînin.