Duh bi apoletê darbe kirin îro bi qerewatê darbê dikin 2020-05-28 16:00:01   ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, têkildarî salvegera darbeya 27'ê Gulanê daxuyani da û wiha got: "Îqtîdar vîna gel tune dihesibîne û darbeya 27'ê Gulanê dubare dike. Yên wê rojê ew darbe kirin kesên bi apolet bûn. îro kesên bi qerewat in.    Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk (HDP) Saruhan Oluç, têkildarî salvegera darbeya eskerî ya 27'ê Gulanê duxuyanî da. Oluç, bal kişand ser “Girava Azadî û Demokrasî" ku niha wekî Grava Yassi û got: “Gotina 'di 27'ê Gulanê de vîna gel şandin sêdarê' raste. Baş e, lê niha bi hezaran kesên girtî ne vîna gel in? Parlamenter û hevşaredar çine? Hilbijêrên me yên wekî dîl hatine girtin vîna kê ne? Ma ew jî ne vîna gel in? Di pêvajoya sewbê de 13 şaredariyên HDP'ê qeyûm tayîn kirin. Îqtîdarê vîna gel tune hesiband. Darbeya 27'ê Gulanê îro dubare tê kirin. Yên wê demê darbeya bi apolet kirin îro bi qrewatê dikin. Wê demê darbeya bi destê kesên bi apolet pêk hat, îro heman darbe bi destê kesên bi qerewat pêk tê."