101 meh derbas bû: Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe 2020-05-28 15:46:41 ENQERE - Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê diyar kir ku cezanedayina derbarê Komkujiya Roboskiyê didome û got: “Rêya edaletê, ji Roboskiyê derbas dibe.”   Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê di meha 101’emîn a Komkujiya Roboskiyê de li Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Endama Desteya Rêveber a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku malbatên Roboskiyê 101 meh in li benda edaletê ne û got: "Mixabin hê jî ne ji bo cezadayinê û ne jî ji bo hevrûbûnê tu gav nehatine avêtin. 439 hefte ne, ne hiqûq heye, ne edalet heye û ne jî ceza. Ligel ku hatiye tespîtkirin 34 kes ji ber bombeyan mirine jî di pergala edalet û zagonan de ev tişt nehate dîtin. Kujer hê jî nehatine darizandin. Tu îzaha wê tuneye ku qetlîamek bê ceza were hiştin û rêyên darizandinê were girtin. Heta ku Roboskî neyê ronîkirin û tiştên li Roboskiyê bi zelalî ji gel re neyê vegotin, di siyaseta Tirkiyeyê de ne sivîlbûn pêk tê û ne jî mirov dikare qala demokratîkbûnê bike. Li ser vê axê wê rêya aştî û edaletê ji Roboskiyê derbas bibe. Roboskî şerm û birîna vê axê û lêgerîna edaletê ye.”