BTS’ê bertek nîşanî sîrgûnan da 2020-05-28 15:38:17   ENQERE / EDENE – Serokê Giştî yê BTS’ê Hasan Bektaş, bertek nîşanî sirgûnkirina endamên xwe da û got: “Em mirovan vediguhezin. Dibe ku her kêlî qeza rû bide. Ger qezayek rû bide berpirsiyar, Miduriyeta Rêyênhêzên a Dewletê ye.”   Sendîkaya Platform û Yekgirtî ya Xebatkarên Veguhêzkar (BTS) a Şaxa Sendikaya Kedkarên Çemawerî (KESK), bi armanca şermezarkirina sîrgûnkirina endamên xwe li ber Miduriyeta Rêyênhêsin a Dewletê ya li Altindag a Enqerê daxuyanî da çapemeniyê. Polîsan bi hinceta “bergiriyên li dijî vîrûsa koronayê” destûr nedan daxuyaniyê. Endamên sendikaya li ser astengiyan nêzî Miduriyeta Giştî daxuyanî da çapemeniyê.   Serokê Şaxa BTS’ê ya Enqerê Îsmaîl Ozdemîr, bertek nîşanî sîrgûnkirina hevalên xwe da û got: “Ji ber ku em dibêjin emê malê cemawerî ne firoşin, êrîşî me dikin. Emê van helwestan qebûl nekin.”   Serokê Giştî yê BTS’ê Hasan Bektaş jî, diyar kir ku Serokê Daîreya Trafîk û Miduriyeta Giştî ya Rêyênhêsin a Dewletê qanûna binpê dike û terora sîrgûnê ava dike. Bektaş, da zanîn ku dun hevalên wan hatin sirgûn kirin û wiha got: “Kesên mirovan sîrgûn dikin, dibêjin ‘Em burokratên AKP’î ne.’ Ji bo hevalên me bêdeng bikin sirgûnê barên cuda hatin kirin. Di 11’ê Gulanê de 31 hevalên me sîrgûnî bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin kirin. Em mirovan vediguhezin. Dibe ku her kêlî qeza rû bide. Ger qezayek rû bide berpirsiyar, Miduriyeta Rêyênhêzên a Dewletê ye.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Emê bi berxwedanê qezenc bikin” û “Wê sîrgûn nekarin me rawestin” hatin berzkirin.   WÊ JI 4 ALIYAN VE BER BI ENQERÊ VE BIMEŞIN   Şaxa BTS’ê ya Edenê jî bi heman armancê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de sîrgûn hatin şermezarkirin û hat gotin ku ewê di 2’yê Hezîranê de ji 4 aliyan ve ber bi Enqerê ve bimeşin. Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.