Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin 2020-05-28 14:59:31 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, ji bo ku 20-27’ê gulanê weke ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûnek da meclisê.   Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, ji bo ku 20-27’ê gulanê weke ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûnek da Serokatiya Meclisê. Kaçmaz, pêşniyarqanûna xwe de diyar kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê di 27’ê gulana 1995’an de bi komeke 15-20 kesî hatiye destpêkirin û bi demê re mezin bûye û hê jî didome.   WINDAKIRIN JI RÊZÊ TÊN DÎTIN   Kaçmaz, pêşniyarqanûna xwe de bal kişand ser tundiya ku li Dayikên Şemiyê tê kirin û ev tişt gotin: “Ji sedî 90’ên dosyayên windabûnên di bin çavan de di asta lêpirsînê de hatine girtin. Di Qanûna Cezayê ya Tirk de windakirina di bin çavan de weke sûc tê hesibandin. Ji ber vê sedemê lêpirsîn û darizandin li ser vê tên kirin. Windakirinên di bin çavan de weke sûc û cînayeteke ji rêzê tên dîtin.   TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ   Di berdewama pêşniyarqanûna xwe de Kaçmaz, destnîşan kir ku aqûbeta piraniya kesên ku di bin çavan de winda bûne hê jî derneketiye holê û wiha pêde çû: “Têkoşîna li dijî windabûnên di bin çavan de parçeyek têkoşîna mirovahiyê ye. Liv ir ne tenê mirovên me, siberojên me winda ne. Heta ku ev bûyer neyên ronîkirin wê van rojên me weke ‘roja winda’ derbasî dîrokê bibin. Ji duh ve heta îro her windabûneke ku di tariyê de bimîne, wê ji bo siberoja welat bibe mîrateyeke kirêt. Rûberîbûna bi tendurist a bi rabirdoyê re şertê welatekî demokratîk û hemdem e. Ji bo gihandina kesên xwedî wijdan û bîra civakî û siberojeke ronî divê her sal 20-27’ê gulanê weke ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ bê diyarkirin.”