Qûrbaniyên Geziyê bi bîr anîn 2020-05-28 14:55:29   MÊRSÎN – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi wesîleya salvegera çalakiyên Geziyê wan kesên wê demê jiyana xwe ji dest dabû bibîr anî.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê bi minasebeta salvegera çalakiyên Geziyê daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya Şaxa Sendîkaya Genel-Îş’ê ya Mêrsînê pêk hat û nûnerên beşdarên Platformê tevlî bûn. Serokê Şaxa Genel-Îş’ê Kemal Goksoy li ser navê platformê daxuyanî da û diyar kir ku hêzên demokrasiye û kedê di çalakiyên geziye de berxwedanek mezin nîşan dan û xelkê nêzî du mehan bênavber berxwedanê birêve birin. Goksoy got wan 8 ciwanên xwe di bedela berxwedanê binax kirine û ew ê bibin şopînerên têkoşîna wan. Goksoy da zanîn ku ew ê ji bo zanistê, ked, piştevanî, azadî, wekhevî û aştiyê têkoşîna xwe bidomînin.   Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.