ÎTO Dr. Ertugrul li pêş nexweşxaneyê bibîr anî 2020-05-28 14:47:00 STENBOL - Odeya Tabîban a Stenbolê Opr. Dr. Ugur Ertugrul ê bi vîrûsa Covît-19 jiyana xwe ji dest da, li pêş nexweşxaneyê bernameya bîranînê li dar xist. Sekreterê Giştî yê ÎTO'yê Osman Ozturk, diyar kir ku Dr. Ertugrul ji ber kêmbûna malzemeyên parastinê jiyana xwe ji dest da.  Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO), ji bo Pisporê Cerahê Giştî Opr. Dr. Ugur Ertugrul  ê bi virîsa Covît-19 jiyana xwe ji dest dabû, li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Murat Koluk a Avcilarê bernameya bîranînê li dar xistin. Di bernameya bîraninê de hevalên Dr. Ertugrul ên xebatê, xizmên nexweşan û gelek xizmetkarên tenduristiyê amade bûn. Kedkarên tenduristiyê di di bernameyê de pankarta “Em Dr. Ugur Ertugrul ji bîr nakin" vekirin.  Xizmetkarên tenduristiyê ji bo hemû kesên bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan deqeyekê rêz girtin.   LI STENBOLÊ 14, LI TIRKIYEYÊ 23 HEKÎM BI VÎRÛSÊ MIRIN   Di bernameyê de Sekreterê Giştî yê ÎTO Osman Ozturk, bal kişand ser pirsgirêkên di pêvajoya vîrûsa corona de û wiha got: "Tenê li Stenbolê 14 hekîm bi vîrûsê mirin. Li tevahiya Tirkiyeyê jî 23 hekîm û 42 xizmetkarên tenduristiyê mirin. Di pêvajoya şewba vîrûsê de xizmetkarên tenduristiyê bi qasî tê xwestin nehatin parastin. Herî zêde xizmetkarên tenduristiyê bedel dan. Yek ji bijîşkên bedel da jî Doktor Ugur Ertugrul bû. Em di şexsê wî de hemû xizmetkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin. Em ê gelê xwe û tenduristiya gelê xwe heta dawî biparêzin û bidomînin. Ev hevalên me yên jiyana xwe ji dest dane dê her tim li cem me bin."