ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-26 09:00:45 *Jinên samandagiyî, bi çêkirina zeytûn, morîkan, mekûk û qatix debara xwe dikin. Jinan, diyar kir ku kar pir kêm bûye û ew beramberiya keda xwe wernagirin. *Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê diyar kirin ku pêkûtiyên dijdemokratîk serê xwe hildane û her diçe zêdetir dibin. Girtiyan bang li raya giştî kir ku di vî warî de bi hesas tev bigerin. Girtiyan got ku pirtûka nivîskar Firat Can a bi navê "Umuda Bir Ülke" bi hinceta “qedexeya pirtûkan” û pirtûka “Mavi Ülke" jî bi hinceta “propaganda”yê hatine desteserkirin.    *Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, diyar kir ku bi KHK’ya dawîn re dê rêxistinên wek Ocaxên Ulkuyê, Ocaxên Alperanan, Tevgera Taybet a Gel (HOH) û kesên wek Sedat Peker bi awayekî azad mafê êrîşkirinê di xwe de bibînin. Keskîn wiha got: “Di rewşeke wisa de em hemû di talûkê de ne. Ewlehiya me tu kesî tune ye.”    *Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusif, diyar kir ku ew ê projeyên xwe yên ku bi hêza xwe ya xweser anîne roja îro pêş ve bixin û bi encam bikin. Yusif wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên me çavê me ne li tu hêzî ye. Wê meşa me ya demokrasi û azadiyê ya li Sûriyeyê, di sala 2018’an de bênavber bidome.”   *Berdevka Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ) Umran Yurdayol ji bo ferzkirina sepana “kincên yektîpî” wiha got: “Em ê li kuçeyan , li hemberî ferzkirina kincên yektîpî li ber xwe bidin, em ê teslîm nebin.”    *Zilamê bi navê Ş.Î. yê Rojbîn Baranê kuşt, jiyana xwe ya rojane didomîne. Cîranên wî diyar kirin ku Ş.Î. bi awayekî plankirî cinayet pêk aniye.    *Berdevkê KESK’ê Saît Baran bertek nîşanî Rewşa Awarte ya sal û nîvek li pêyî xwe hişt da û got ku wê têkoşîna wan a li hemberî Rewşa Awarte bidome.    *Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê, 10 sal ji Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak a girtî birîbû. Dadgehê hinceta vê biryara xwe daxuyand. Di biryarê de axaftinên Irmakê yên di çarçoveya fealiyetên partiya siyasî de wek sûc hatin derpêşkirin.    *Qeyûmê tayînê Şaredariya Artemêtê ya DBP'ê hat kirin, di nava salekê de çi qas projeyên der barê jinan de hebûn hemû betal kirin û deriyê hemû saziyan qefiland kir. Hevşaredar Sevîl Rojbîn Çetîn pêvajo nirxand û wiha got: "Hemû tiştên aydê kurdan ji holê radikin, lê dê bi ser nekevin."   *Li ser Komkujiya Roboskiyê 6 sal derbas bûn, lê hîn jî kiryarên bûyerê nehatin dîtin. Servet Encuyê ji komkijiyê rizgar bûbû destnîşan kir ku behsa vê mijarê tê kirin, perçeyên laşên mirovên ku di komkujiyê de diketin ser wî tê bira wî û wiha axivî: “6 sal in her ku dengê balafiran dibihîsim vediciniqim.”    *Serokê Federasyona Komaleyên Suryaniyan Evgîl Turker anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandoreke neyînî li ser Suryaniyan jî dike û wiha got: “Heta dawî li pêvajoya şer û pevçûnê neyê, wê Suryanî venegerin ser axa xwe. Dive tecrîd bê rakirin û bi Ocalan re hevdîtin pêk bê.”    * Danişîna doza Hevgerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundem ya bi KHK'ê hat girtin Nûnerê RSF'ê Erol Onderoglu û Seroka Giştî ya TİHV'ê Şebnem Korur Fincanci û nivîskar Ahmet Nesin, dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.30)   * Civîna Awarte ya Lijneya Navenda Giştî ya HDP'ê dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay berdewam bike û li navenda Giştî civîna çapemeniyê bê lidarxistin. (13.00)   * Aydin Dogan ê rastî ledanê hat dê li ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Çalakiya Kolana Yukselê dê di roja 413'an de berdewam bike. (13.30-18.00)