34 kesên din jî ji ber şewba Cvîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 2020-05-27 20:41:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê 34 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 431.  Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.     Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 35 kesên din jî bi şewbê ketine û 34 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 159 hezar û 797 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 431.