'Qatilê Sabrî Kaya îqtîdar bi xwe ye’ 2020-05-27 17:02:16   EDENE – Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û şandeya li gel wê gora Sabrî Kaya û malbata wî ziyaret kirin. Hatîmogûllari got: “Qatilê Sabrî Kaya îqtîdar bi xwe ye.”   Girtiyê nexweş ê giran Sabrî Kaya ê li Girtîgeha Osmaniyê dihat ragirtin di 20’ê gulanê de jiyana xwe ji dest dabû. Di roja ku ew tahliye kiribûn de jiyana xwe ji dest dabû. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari û rêveberên partiya xwe û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) gora Sabrî Kaya ya li Goristana Asrî ya Edeneyê û malbata wî ziyaret kirin.   Hevserokê AYKAY-DER Mehmet Mîrza Koklî got Sabrî Kaya ji ber xemsariya dewletê jiyana xwe ji des daye.     ‘ÎQTÎDAR QATILÊ WÎ YE’     Prlamenter Tulay Hatîmogûllari jî ji malbata Kaya re sersaxiyê xwest û wiha got: “Yasaya înfazê ku derxistin ‘efûya Çakici’ ye. Girtiyên nexweş tevî ku rewşa wan giran e jî nayên berdan. Dermankirina girtiyê nexweş Sabrî Kaya birêk û pêk nehat kirin. Em ê derbarê yên ji mirina Kaya berspirs in gilî bikin Qatilê Sabrî Kaya îqtîdar bi xwe ye. Îqtîdar ji wîjdan û mirovahiyê para xwe negirtiye.”   HDP’yî piştî serdana gorê çûns erdana malbata Kaya û sersaxiyê xwestin.