Malzemeyên parastina şexsî hêj pirsgirêk e 2020-05-27 16:39:09   ENQERE - Odeya Tabîban a Enqereyê rapora malzemeyên parastina şexsî amade kir û diyar kir ku ev malzemeyên parastinê hêj bi pirsgirêk e.    Odeya Tabîban a Stenbolê (ATO), rapora pêvajoya şewba gerdûnî ya vîrûsê parvekir û diyar kir ku hêj malzemeyên parastinê kêm in û bi pirsgirêk in. Odeyê destnîşan kir ku hêj rîskên pîşeyî zêde ne. Odeyê têkildarî rewşa saziyên tenduristiyê û parastina personelan "Rapora Malzemeyên Parastina Şexsî" amade kir. ATO di raporê de wiha got: "Xizmetkarên tenduristiyê di astek baş de li dijî Covid-19 di refên pêş de têkoşiyan. Li gel ku şewb di meha dawî ya 2019'an de hat dîtin û 4 meh şûnde li Tirkiye hat xuyakirin jî di aliyê malzemeyên parastina şexsî de tedbîr têr nahatine girtin. Ji bo xizmetkarên tenduristiyê malzemeyên şexsî têr nehatine amadekirin.    Di 11'ê Adarê de ji bo Midûrê Tenduristiya Bajar ê Enqereyê, bi rêya e-posta ji bo Navendên Tenduristiya Malbatan (ASM) lîsteya daxwaza malzemeyên parastinê hatin amadekirin. Li gel hêjmara xizmetkarên di asta yekemîn de berpirsiyar diyar bû jî tedbîr û amadekarî nehatin girtin. Wezareta Tenduristiyê di aliyê parastin û malzemeyên parastinê de pir deng gav avêt û malzeme kêm şandin. Wezaretê tu bawerî û ewlehiya ku Malzemeyên Parastina Şexsî (KKE)  temîn bike neda xizmetkarên tenduristiyê. Ji ber vê yekê her tim rastî pirsgirêkên rûpoş, lepik, dezenfektanê hatin. Malzemeyên parastinê dema hatin belav kirin jî vê carê bê qalîte hatin belav kirin.  Li beşên Nexweşxaneyan gelek rûpoşên siperlik û Ffp2 ji aliyê Odeya Tabiban a Enqereyê ve hatin wêşwazikir. Li gelek nexweşxaneyan, hekiman bi derfet û hewldanên xwe malzemeyên parastinê bi dest xistin.