‘Heke bergirî bihata girtin Huseyîn nedimir’ 2020-05-27 16:01:28   STENBOL – Endamên Platforma Tenduristiya ji bo Hemû Karkeran û hevalên Huseyîn Yurtsever hatin ber şantiya ku şewat lê derketibû û Yurtever jiyana xwe ji dest dabû û gotin ku heke patronan bergiriyên pêwîst bigirta wê Huseyîn bijiya.   Hefteya borî roja şemiyê li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê li şantiya Navenda Fînansê ya Stenbolê şewat derketibû û karkerê bi navê Huseyîn Yûrtsever jiyana xwe ji dest dabû. Endamên Platforma Tenduristiya ji bo Hemû Karkeran û hevalên Huseyîn Yurtsever hatin ber şantiyê û bi daxuyaniyekê mirina Yûrtsever şermezar kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî piştgiriyê da çalakiyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Çerx digerin, karker dimirin, em naxwazên dema bixebitin bimirin” hat vekirin û timik dûrişmeyên mîna “Em köle, karker in, heke em bibin yek bi hêz in” û “Bijî yekitiya karkeran” hatin berzkirin.   WÊ KARSAZ Û DESTHILAT TÊK BIÇIN   Di daxuyaniyê de destpêkê Parlamenter Mûsa Pîroglû axivî. Pîroglû, diyar kir ku cînayetên kar encamên polîtîkayên desthilatê ne û ji bo li dijî van polîtîkayên desthilatê banga têkoşîna bi hev re û piştevaniyê kir û ev tişt got: “Em ê bi serkevin wê karsaz têk biçin. Em ê bi serkevin wê ev desthilat hilweşe.”   EWLEHIYA KAR WEKE MALIYET DIBÎNIN   Piştî Pîroglû, endamê Platforma Tenduristiya ji bo Hemû Karkeran Denîz Gîder jî axivî. Gîder, diyar kir ku polîtîkayên desthilatê yên ji bo karsazan welat wergerandiye goristana karkeran û wiha got: “Di nav 6 salên dawîn de bi deh hezaran karkeran jiyana xwe ji dest daye. Zihniyeta ku ewlehiya kar weke maliyet dibîne bingeha cînayetên kar saz dike. Saziyên ku bergiriyan venêrin dikin karên xwe nakin. Ev sazî li şûna karkeran xwe berpirsyarê jiyana karsazan dibînin. Bûyer bi awayekî aşkera cinayeteke organize kiriye. Divê berpirsyar hesab bidin.” Daxuyanî bi dûrişmeyan bi dawî bû.